Kuştina jinan kêm dibe
Rêvebirê şopandina şîdeta li hemberî jinan ya ser bi wezareta navxwe ya herêma Kurdistanê Arî Refîq û rêvebirê nivîsgeha Hewlêrê yê wê rêvebiriyê Neqîb Jîlemo îro di civîneke çapemeniyê de rapora xwe ya sala 2009’ê ya li ser bûyerên şîdeta li hemberî jinan li her sê parêzgehên herêma Kudistan û îdareya Germiyanê aşkere kir û di raporê de rêjeya bûyerên sala 2008 û 2009’ê hatin berhevdayîn.
Li gor raporê di sala 2009’ê de li parêzgeha Hewlêrê 37 jin bi sedemên cuda cuda hatine kuştin. Rêjeya kuştina jinan li wê parêzgehê di sala 2008’ê de zêdetir bûye û di wê salê de 52 haletên kuştina jinan hatine tomarkirin.
Di heqê parêzgeha Silêmaniyê û îdareya Germiyanê de jî li gor raporê di sala 2009’ê de 29 jin hatine kuştin û heman rêje di sala 2008’ê de jî hatiye tomarkirin.
Li parêzgeha Dihokê di sala 2009’ê de 19 jin hatine kuştin, lê di sala 2008’ê de ew rêje gihîşte 23 haletan.
Di heqê rêjeya xweşewitandinê de jî di raporê de wiha tê diyarkirin:
Di sala 2009’ê de li parêzgeha Hewlêrê 151 halet û di sala 2008’ê de jî 161 haletên şewata jinan hatine tomarkirin ku bi wan sedeman jiyana xwe ji dest dane.
Di heqê parêzgeha Silêmaniyê û îdareya Germiyanê de jî rêjeya şewata jinan li gor sala 2008’ê zêde bûye. Di sala 2009’ê de 188 haletên şewata jinan hatine tomarkirin. Di sala 2008’ê de jî 161 haletên şewatê hebûne.
Li parêzgeha Dihokê jî di sala 2009’ê de bi berhevdan digel sala 2008’ê rêjeya şewata jinan zêde bûye û gihiştiye 75 haletan ku di sala 2008’ê de 58 halet hatine tomarkirin.
Di heman raporê de amaje bi wan gilî û dozan jî tê kirin ku jinan tomar kirine. Li parêzgeha Hewlêrê di sala 2009’ê de 1357 gilî hatine tomarkirin û li gor sala 2008’ê ew rêje jî zêde bûye ku di wê salê de 1201 halet bûne.
Li sînorê parêzgeha Silêmaniye û îdareya Germiyanê jî di sala 2009’ê de jinan 815 gilî tomar kirine ku di sala 2008’ê de 991 gilî hatine tomarkirin.
Her wiha li parêzgeha Dihokê jî di sala 2009’ê de 486 gilî hatine tomarkirin ku li gor sala 2008’ê zêde bûne. Di sala 2008’ê de jî 366 gilî hatine tomarkirin.
Rapora rêvebiriya şopandina şîdeta li hemberî jinan ku ser bi wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye û ji zêdetirî 80 rûpelan pêk tê, amaje bi temen û asata xwendevaniya kesê/a ku şîdet pêk aniye û kesa ku şîdet li hemberî wê hatiye kirin, dike.
pukmedia