Polîtîk

Civîna sê qolî li Enqere pêkhat

Enqere – Fermandarê hêzên Amerîka li Iraqê general Raymond Odierno serdana Tirkiye kir. Odierno li Enqere tevlî civîna sê kolî ya di navbera Amerîka, Tirkiye û Iraqê de bû. Di vê civînê de, wezîrê navxweyîyê yê Tirkiye Beşîr Atalay, balyozê Tirkiye yê Iraqê Murad Ozçelik, balyozê Amerîka yê Tirkiye, berpirsên leşkerî yên  Tirkiye û, rêvebirê asayişa giştî Oguz Kagan amade bûn. Di civînê de piranî li ser rewşa PKK-ê li Kurdistana Iraqê û li ser rewşa valakirina kampa Maxmûrê hate sekinandin. Herweha di civînê de Tirkiye daxwaza xwe ya ku , divê bi tu awayî di nav xaka Iraqê de kesên dijberiya Tirkiye dikin nemînin.

Generalê Amerîkî dê serokfermandarê hêzên çekdar Îlker Başbug jî bibîne.

Back to top button