Hikûmeta Tirkiye li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewla ewe daye li rêya diyalogê ve kêşeya Kurdî welatê xwe çareser bike.
Hikûmeta Tirkiye li çend salên derbasbûyî de pêwendiyekî bi hêz li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkaniye û niha jî hewla ewe daye li rêya diyalogê kêşeya Kurdî ya welatê xwe çareser bike.
Eger Receb Teyyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye bikarê li rêya demokrasiyê kêşeya Kurdi ya welatê xwe çareser bike, wê demê wekî kesekî gelek serketî û piştevaniya pêvajoya demokrasiyê li rojhilata navîn de navê wî diçê dîrokê de, eger nekarî jî wê kêşeyê çareser bike, wê demê qeyranên Tirkiye dirêjtir dibê û mezintir jî dibin.
Semih Îdiz
Pêwendiya bi hêza Hewlêr û Enqere
Berpirsên Enqere eve çendîn sale tirsa wan ya ewe hebû, dewletekî serbixweya Kurdî li wî aliyê sînorê Tirkiyê dabimezrê, ew wiha hizir dikirin damezrandina wî dewletî, piştgiriya Kurdên Tirkiyê jî dide, bo ku ew jî daxwaza serbixweyiyê bikin,
Her li ser van bingehan jî Hikûmeta Tirkiye eve çendîn sale Kurdên welatê xwe çewisandiye û têkiliyeke ne kirdarî jî li gel Kurdên welatên din de kir, lê belê nekarî rê li rûdawan bigre.
Niha Herêma Kurdistanê li Bakûrê Iraq(Başûrê Kurdistanê), hemû xesletekî serbixweyî têda heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çend salên derbasbûyî de pêwendiyekî bi hêz li gel Hikûmeta Tirkiyê de pêkaniye, eve jî li berjewendiya her dû aliyan de buye.
Şerê navxweya Sûriye berpirsên Enqere bi gûman kiriye, ji ber ku tirsa wan heye Herêmekî otonomiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dabimezrê.
Lê belê serkeftina ezmûna Herêma Kurdistanê ya li çend salên derbasbûyî de wiha kiriye, dîplomat û nivîskarên navdarên Tirkiye, daxwaz li serkirdeyê welatê wan bikin heman siyaseta erênî û dostane li gel Rojavayê Kurdistanê peyrew bikin ku li çend salên derbasbûyî de li gel Hikûmeta Herêmê li Başûrê Kurdistanê peyrew kirine.
Bandora siyaseta serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê
Herêma Kurdistanê navçeyekî arame, eve jî ji bo Tirkiyê girînge, ji ber ku Herêm û Tirkiye hevsînorê hevin.
Bila ji bîra we neçê ev aramiya Herêmê li demek deye tundutîjiyê navçeyekî berfireh li rojhilata navîn girtiye, li warê aboroiyê ve jî pêwendiya navbera Tirkiye û Hikûmeta Herêmê sûdekî mezin ji bo her dû aliyan hebûye û heye.
Çendîn Sale PKK li bilindahiyên çiyayê Qendîlê daye, berpirsên Herêma Kurdistanê berdewamî bala ewe kişandine, kêşeya PKK pêwendî bi pirsa Kurd ve li Tirkiyê de heye, her ji bo wê yekê jî divê berpirsên Enqere li welatê xwe de wê kêşeyê çareser bikin.
Ev helwesta berpirsên Herêmê jî bandoreke mezin hebûye û her ji bo wê yekê jî cara dawî berpirsên AKP biryarê dan hewl bidin kêşeya Kurdî ya welatê xwe li rêyekî demokrasiyê ve çareser bikin.
Yasar Yakîş yek ji damezrênerên AKP desthilatdarê Tirkiye û Wezîrê Derveyê berê yê welat jî bû, wî bi rojnameya “Taraf” re ragihand ku 20 sal berî niha daxwaz ji berpirsên Tirkiyê kir, pêwendiyeke bi hêz li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkbînin.
Bi tenê eger bê û ew pêwendî bibê sedema damezrandina dewletekî serbixwe ya Kurdî jî, “niha jî ji bi berpirsên Tirkiyê re dibêjim divê pêwendiyê li gel Kurdên Sûriye pêkbînin”.
Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê
Wiha diyare Serok Wezîrê Tirkiye bîr û rayên Yakîş gelek girîng wergirtiye û her ji bo wê jî li çend rojên derbasbûyî de guhertineke mezin li siyaseta Enqere li beramber Rojavayê Kurdistanê da tê dîtin, diyartirînê wan hengavan jî vexwendina Serokê PYD Salih Muslîm ya Tirkiyê bû, ku bi mebesta kombûna li gel berpirsên Wezareta Derve bû.
Salih Muslîm li vî derbarî de ragihand: Nêrîna berpirsên Enqere li hember pirsa Kurd da gelek guheriye, Tirkiye dikarê kêşeya Kurdî ya welatê xwe çareser bike, eve jî bandorê li ser Kurdên din de heye, ku wate Tirkiye dixwazê pêwendiyekî bi hêz li gel hemû Kurdan hebê.
Kombûna Muslîm û berpirsên Tirkiye, piştî civînê de amadekariyeke roja 22 ê meha derbasbûyî nûnerên hêzê siyasiyan bû li Herêma Kurdistanê.
Çend rojek berî niha jî Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kir û li gel Wezîrê Derve û Serok Wezîrê wî welatî kombû, ev rûdan jî ewe pîşan didin ku pêwendiyên di navbera Tirkiye û Kurd li paşarojê de bi hêztir dibin.