Polîtîk

Hovitiya El Nusra û siyaseta PYDê

Eve demeke li li devera Girê Spî û li hinek deverên dora Helebê hêzên Cephetil Nusra dijê gelê kurd terorek qirêj kar tine. Zarok û keçen kurdan direvînin, îşkenceyek mezin li gencên Kurdan dikin sere wan bi aweyek hovitî jêdikin. Cephetil el Nusra bi hemi hovitiya xwe bi metodên dijê mirovatiyê li himber Kurdan şer dike.

Pêwiste kurd hemû bi yek dengî û bi hevî imkanên xwe li dijê vê zilm û hovitiya bê hempa li dijê El Nusra şer bikin û nehêlin ew bikevin Kurdistana Rojava. Şerê El Nusra dijê gelê Kurd e. Lê mixabin siyaseta PYDê nahêle Kurd hemû bikaribin hevkariya hevûdin bikin û dijê hoviyiya El Nusra şer bikin.

Partiya Demokrata Kurd li Suriye xwedî hêzêk çekdare. Lê ji bo li gel PYDê şer nekin û şerek birakujî di nav kurdan bi xwe de dernekeve dernakevin holê û bereyên xwe yên leşkerî danaynin. Di vê derbarê de di nava PDKS û PYDê de gelek hevdîtin çêbûn. Lê PYD rê nade hêzêk din çekdar yên partiyek din di sahayê de şer bike.

Ji aliyek din serokê PYD bangî kurdan dike ku dijê El Nusra şer bikin seferberlika ilan dike. Di vê derbarê de siyasetek durû rêve dibe.  Ew dixwaze hemû hêzin din di bin bandora PYDê de kom bibin. Bi vê siyaseta xwe ya çewt rê li ber Kurdan digre ku li dijê çeteyên terorist li Rojava şer bikin.

Bê goman ne pêwiste tu partî îcazê ji PYDê bistînin ji bo welatê xwe û xelkê xwe li himber terora çeteyên çekdar biparêze. Lê mixabin hinek partiyan jî ev yek ji bo xwe kirine sedemek.

Sekreterê giştî yê El Partî got ew bang li PYD dikin ku bi aqil tevbigere û ew amade ne ligel hemû hêzên Kurdî, PYD jî di nav de kar bikin û welat biparêzin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar, di dawiya daxuyaniya xwe de ji PYD daxwaz kir ku li biryara xwe vegere û rê bide hêzên din jî ji bo ku bikaribin bi wezîfeya xwe rabin û gel û welatê xwe biparêzin.

Li aliyê din hevserokê PYD Salih Mislin ji NNA re axifî û got ew rê nadin tu partiyên kurdî milîsên eskerî ava bikin.

Back to top button