Polîtîk

Kurdistan modelê aramiyê ye

Li Helwer ji aliyê Înstîtûya lêkolînê ya Rojhilata Navîn- MERI konferansek du rojî hate li darxistin. Panela konferansa roja duyem de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezirê berê Berhem Salih amde bûn.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di panelê de axavtine kir û behsa rewş û bûyerên Rojhilata Navîn û herweha behsa şoreşgerên gelê Kurdistanê kir.

Barzanî di axvtina xwe de got:

Li herêmê aloziyek nediyar peyda bûye û li hinek welatan şêdet hatiye hole.

Barzanî da xuyakirin ku : Piştî ruxandina rêjîma Sedam, serkirdayetiya kurd vegeriya Bexdayê daku careke din Iraq di çarçoveya destûr û yasayan de were rêkxistin, wate Kurdan careke din hewl dan ku Iraq li ser bingeha destûr û yasayan were dariştin.

Serikwezîr behsa şerê li dijê teroristên DAÎŞ kir û got: Em nikarin çavê xwe li ber metirsiyekê mîna metirsiya DAIŞê bigrin, ew hêzekî pirçek in û xwedî metirsîn e li ser tevahiya navçeyê. Di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi hevkariya mirovî û leşkerî û aborî ji dostên wê heye.

Nêçîrvan Barzanî behsa Kurdistanê kir û got: Herêma Kurdistanê mînakeke bo pêkvejiyanê û parastina mafên kêmîneyan û heta ku ji me tê em mafê kêmîneyan diparêzinJi bo vê yekê jî parastinadestkeftiyên Kurdistanê pêwîst e û girîng e.

Barzanî got: Dema ku em behsa pergala siyasî ya nû li Rojhilata Navîn dikin, em dibînin ku Herêma Kurdistanê bûye fakterek bo aramiyê li navçeyê bo tevahiya welatên derdorê.

Serokwezîr beşek axvtina xwe de behsa pişgiriya dewletên hevpeymanî kir û got: Herwiha em kêfxweşin ku dema tirs hat ser Herêma Kurdistanê, civaka navdewletî bi awayekî cidî hat ser xetê û bergirî li Herêma Kurdistnê kir, ew nîşana wê yekê ye ku keda me di cîbicîkirina demokrasiyê de li Kurdistanê vala neçû.

 

Back to top button