Civak

Kurdekî Bakûrî li Şengalê Nexweşxaneyek vekir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi mebesta alîkarîkirina zêdetirê penaberên Êzîdî yên li ser çiyayê Şengalê, nexweşxaneyekî meydanî ji bo penaberên ser çiyayê Şengalê û dewrubera wê dirustkir.Roja 10.06.2015 di dema seredana meydanî ya Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li ser çiyayê Şengalê û dîtina penaberên Êzîdî, Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî dîtina rewşa penaberan, biryar da nexweşxaneyekî meydanî ji bo penaberên ser çiyayê Şengalê û dewrubera wê dirust bikin. Ev nexweşxane jî bi hevkarî li gel xêrxwazekî Bakûrê Kurdistanê tê dirust kirin û taybet dibê bi çareser û dîtin û pişkinîna pizîşkî ya hemû penaberên li ser çiya û dewrubera wê, ji ber ku heta niha li rewşekî tendirustiya xerap dane û wan pêwîstiyekî zêde bi dabînkirina derman û pêdiviyên tendirustiyê heye.Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê projeya dirustkirina nexweşxaneyê de ragihand: Piştî serdana çiyayê Şengalê û dîtina penaberên çiya û dewrubera wê, ji bo me derket ku wan penaberan pêwîstiyekî zêde bi derman û pêwîstî û çareseriyê heye. Ji bo wê yekê me biryar da bi hevkarî li gel xêrxwazek da ku nîştecihê Bakûrê Kurdistanê ye, nexweşxaneyekî meydanî li nêzîkî çiya dirust bikîn, heta ku çareserî û pêdiviyên tendirustiyê ji bo penaberên Êzîdî bê dabîn kirin. 

Back to top button