Civak

Divê gelê me li himber provakasyonan hişyar be

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)Di derbarî bûyerên li Diyarbekir daxuyaniyek belav kir.Daxuyaniya PAKê Li Amedê ewilî Serokê Komeleya Yeni İhya Derê Aytaç Baranê ku alîgirê HUDARê paşê jî, 3 welatîyên ku alîgirên HDPê nin bi êrîşên çekdarî hatin kuştin.Em van êrîşan şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li her çar welatiyên ku hatine kuştin bike. Em sersaxî, sebir û metanetê ji malbat û naskirîyên wan re dixwazin.Hêzên tarî careke din dixwazin şerê navxweyî derxînin û bi vê jî dixwazin têkoşîna azadîya gelê me lawaz bikin, tevliheviyekê derbixînin. Divê gelê me, hemû partîyên siyasî û dezgehên sivîl li himber van provokasyonan helwesteke yekgirtî bigirin. Divê em rê nedin, lihîstikên dijminên gelê Kurdistanê.Em piştgirîya helwesta HDPê û HUDAPARê dikin ku banga sikûnetê kiribûn. Divê gelê me li himber van provokasyonan hişyar bin.10.06.2015Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button