Milîsên şîe êrîşê hêzên pêşmerge kirin

Li gora nûçeya Rudawê, Di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên Heşda Şeibî de li navçeya Kobaşî ya bajarokê Gulale (Celewla) ya ser bi Xaneqînê ve şer û pevçûn derket. Berpirsê mêhwera Germesêr a hêza pêşmerge, Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re ragihand: “Şer di demekê de bûye ku hêza pêşmerge li navçeyê mijûlî kolandina xendeqê bûye û Heşda Şeibî destwerdan kiriye û ji pêşmerge re ragihandiye ku nabe xendeqê çêbikin.” Sengawî ragihand: “Hêza pêşmerge ji wan re ragihandiye, ewder axa Kurdistanê ye û ew nikarin rêgiriyê li hêzên pêşmerge bikin û ji ber wê yekê jî di navbera her du aliyan de şer derketiye.” Berpirsê mêhwera Germesêr herwiha got: “Di vî şerî de ti zirarek negiştiye hêzên pêşmerge. Rewş niha aram e û kolandina xendeqa ewlehiyê jî berdewam e.” Celewla nahiyeyeke Kurdistanî ye ku ser bi qezaya Xaneqînê ve ye. Li Celewlayê 46 gund hene û hejmara rûniştvanên wê 86 hezar kes e ku 55 hezar kes ji wan di nav bajar de û ewên din jî li gund û derdora wê dijîn. Celewla jî wek gelek navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê di Tebax a 2014an de ket dest çekdarên DAIŞê, lê di Mijdar a heman salî de ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat rizgarkirin.Piştî rizgarkirinê, îdareya wê navçeyê li ser daxwaza rûniştvanên wê û gelê Başûrê Kurdistanê navê Celewlayê bo navê wê yê resen, Gulale guherand.

Nerîna min :