Nivîsar

Kurd û Kurdistanî nebûna PKKê û Şengal…

 

 Gelek keç û xortên kurdan, wusa dizanin ku PKK partiyeke kurd û Kurdistanê ye; azadî û serxwebûna Kurdistanê dixwaze, loma jî diçin beşdarî PKKê dibin, xwe didin kûştin. Ji bona Ocalan xwe didin kûştin û dişewitînin.

Lê dema ku mirov li ceribandin û dîroka PKKê binerê dê baş bikare tespît bike ku rastî ne ev e. PKKê, partiyeke kurd û Kurdistanê nîne. Azadî û serxwebûna Kurdistanê jî naxwaze. Van rastiyan jî, serokê PKK, berpirsiyarên PKKê gelek aşkere jî diyar dikin.

Di van rojên dawî de berpirtsiyareka KCK/PKKê ev rastiya PKKê gelek baş aşkere kir. Got ku “Şengal ne Kurdistan e. Şengal bajarekî Iraqê ye.”

Beriya ku ev daxuyaniya berpirsiyara PKKê şirove bikim, divê em biçek li nav dîroka PKKê bigerin, pişt perdeya vê rastiyê biçek şirove bikin û diyar bikin.

PKK, di sala 1976 wek grubeke beredayî ya siyasî derket holê. Bîrûreyên wan jî ne diyar bûn. Bes ji bona xwe digotin, “Şoreşgerên Kurdistanê”, “Rizgarvanên Neteweyî”. Piştî demekê jî bona xwe gotin “Apocî”.

Di destpêkê de ji hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê re dijminitî kirin. Serhildanên milî yên Kurdistanê li hemû parçayan, kevneperest û neşoreşger îlan kirin. Digotin ku “heta ku ev rêxistin û partiyên reformîst yên li Bakurê Kurdistanê tasfiye nebin, şoreş çê nabe.”

PKKê piştî demekê ev nêrînên xwe di manîfestoya xwe de jî, beriya PKK ava bibe diyar kir.

PKKê ji derveyî çek jî, tu rê û rêbazên siwîl û demokratîk nas nedikirin. Dixwestin ku her mijarekê bi çek çareser bikin. Lewma jî bi berpirsiyar û endamên rêxistin û partiyên Kurdistanê re niqaşeyê demokratık nedikirin, zorbatî dixwestin bi kar bînin.

PKKê dema ava bû, rêxistin û partiyên Bakûrê Kurdistanê gelek xûrt bûn, di nav hemû beşên civatê de û li hemû herêmên Kurdistanê xwe rêxistin kiribûn. Lewma jî hewcedariyeke civakî ya ku PKKê derxe holê jî tune bû.

PKKê li hemberî kurdperweran û hêzên milî yên civatê dest bi kûştinan kir. Li gelek bajaran şerên hûndir derxistin. Şerê eşîreta guûr kirin. Nekokiya di nav civatê de kur û zêde kirin Bûn sedem ku kurd ji Kurdistanê koç bikin..

Ev helwest û tevgera PKKê di destpêkê de wek nexweşiya siyasî ya zaroktî hat şirove kirin û fahm kirin.

Lê di demek kurt de hat dîtin ku kiryarên PKKê û dewletê li hemberî kurdan û kurdperweran; li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê; li hemberî hêzên milî yên civakê ferqek tune ye.

Wê demê kurdperweran lêkolîn kirin û encama lêkolînan gihîştin wê nêrînê ku PKKê projeya dewletê ye.

PKKê li dijî hemû hêjayiyên milî yên Kurdistanê, zimanê kurdî û Ala Kurdistanê  helwest nîşan da.. Loma jî eleqeya wan kurdbûnê tune ye.

PKKê di destpêkê de ji bona ku pêşiya rêxistin û partiyên Kurdistanê bigre; wan tasfiye bike sloganên gelek radîkal bi kar anîn. Serxwebûna Kurdistanê û yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê wek armanc parast. Ew kes û rêxistinê ne radîqal tewambar kir.

Lê roj hat ku serokê PKKê got ku “kurdan mafê wan tune ye ku dewleta serbixwe, dewleta federal, otonomiyê biparêzin. Divê kurd demokratîkbûna dewletên kolonyalîst biparêzin û ji bona wê kar bikin.”

Dîsa gelek aşkere parastin ku heger kes û eêxistinên Kurdistan a serbixwe biparêze, kurdên nasyonalşîst yên prîmîtîv (îlkel) in. Loma jî wan gor xwe dewleta serbixwe ya Kurdistanê avêtin pişt dîrokê.

PKKê heman siyaset û stratejî li sê beşên din yên Kurdistanê meşand. Ji hemû rêxistinên beşên Kurdistanê re dijminitî kir. Li beşên Kurdistanê rêxistin û serokatiyên milî yên heyî rewa nepejirandin. Li hemû beşên Kurdistanê li ser navê xwe rêxistin ava kirin. Bi van rêxistinan piştgirî tevgera milî ya wan beşan nekir, dijminitiya rêxistinên wan beşan kir.

Li Başûrê Kurdistanê dewleta bê ava kirin, wek Îsraîla duyemîn ya emperyalîzmê lanse kirin. Li hemberî Başurê Kurdistanê her xirabî kir. Li ser wekalata Seddam gelek gundên Kurdistanê îşgal kir.

Nûha jî Şengal li ser navê ereban îşgal kiriye.

Berpirsiyara PKKê Besê Hozat di derbarê Şengalê got ku:

Şingal perçeyek ji Iraqê ye. Xelkê me yê Êzdî di çarçoveya Iraq a yekgirtî de, dixwaze statuya wan a xweserî hebe. Ev yek Iraqê bihêz dike. Ji xwe statuya xweseriyê di Destûra Iraqê de heye. Şingal dikare bibe xweser. Iraq dê li cîhanê jî, bibe xwedî rêz. YBŞ di têkbirina DAIŞ de rolek berçav dît. YBŞ beşek ji Artêşa Iraqê ye.YBŞ ligel Artêşa Iraqê her di nav ahengiyê de kar kiriye. Niha Artêşa Iraqê li Şingalê ye. YBŞ ligel Artêşa Iraqê operasyonên hevbeş dike. Ev hêlwestek gelek erênî ye! Em ji vê yekê, dilxweş in.”

Yanî Şengal ne Kurdistan e. Welatê ereban e. Wek tê zanîn di derbarê Şengal û PKKê de gelek niqaş hatine kirin û min jî gelek nivîs nivîsandin.

Bersîva baş û vekirî Mîrê Kurdên Êzidî Hazim Tehsîn Beg dide PKKê. Dibêje ku “Şingal Kurdistanî ye û ti carî jî ji Kurdistanê nayê veqetandin. Qedera Şingalê mîna gelek deverên Kurdistanî divê bi rêka madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê were zelalkirin”.

Kurdperwer, rêxistin, siyasetvanên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku “PKK projeyan dagîrkerên Kurdistanê û aliyên din yên li dijî Herêma Kurdistanê bicih tînin û PKK bûye cibicîkarê projeya dewletîn herêmê û bi taybet projeya Îranê, ta ku şerek li herêmê derkeve û Herêma Kurdistanê neçe baskê hevpeymaniya ku Amerîka dixwaze li dijî Îranê pêk bîne.

“PKK bi şanazî xwe nîşan dide ku li dijî ferehbûna desthilat, cibicîbûna aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Herwiha dewleta navendî ya Iraqê û Heşda Şeibî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybet li Şingalê piştevaniyê li PKKê dikin, da ku li dijî Herêma Kurdistanê bikar bînin.

”Dewleta Iraqê esmanê xwe li pêş firokeyên Tirkiyê vekiriye, ta ku êrîşî ser binkeyên PKKê bike û hejmarek ji berpirsên PKKê hatin kuştin. PKK jî tengav bûye û xwe nêzîkî bajarên Herêma Kurdistanê dike, ta ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe têk bide.

“PKK li Rojavayê Kurdistanê partiyeke desthilatdar e û rê nade ti aliyên din ên siyasî ti çalakiyeke siyasî bikin û beşdarî rêvebirina siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bibin, li hemberê jî li Herêma Kurdistanê hewl dide destêwerdana siyasî bike û partî û aliyên siyas ava bike.

“PKK li Şingalê hêzê û partî durist kirine û bûye sedema ku têkçûna civaka Kurdî ya Êzidî. Di vê derbarê de û bi hilbijartin mîrê nû yê Êzidiyan re, erkeke mezin li ser milê wî ye û heger wek mîrekî rûhanî y Êzidiyan tê pejirandin, divê ew fetweyeke Êzidiyane derbike ku xelkê Şingalê û Êzidî ji PKKê dûr bikevin. Ji ber ku PKK Şingalê wek binkeyeke xwe stratejîk bikar tîne û bihaneyê jî dide dewleta Tirkiyê êrîşî ser Şingal û Herêma Kurdistanê bike. Herwiha PKK dixwaze jî Êzidiyan ji netewa Kurdî jî dûr bixe û bike beşek ji Iraqê.

Dema ku PKKê projeya dewletên kolonyalîst be. Kurd û Kurdistanî nabe. Wê demê jî li ser navê dewletên kolonyalîst Şengalê îşgal dike. Li wir nasekine, dê bibêje ku Şengal ereb û iraqî ye.

Diyar e k udi vê qonaxê de PKKKê zêtir li Başûrê Kurdistanê xeter e. Divê Hikûmeta Kurdistanê derbarê PKKê de tedbîrên radîqal bigre. PKK û dezgehên wê ji bona ku ne legal in, divê bê qedexe kirin.

Amed, 02. 08. 2018

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

 

 

Back to top button