Polîtîk
Seidî Pîre: Divê Herêma Kurdistanê li hember PKKê xwedan yek helwestê be
Endamê polîtburoya YNKê û berpirsê pêwendiyên wê partiyê, Seidî Ehmed Pîre li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ji BasNewsê re got, atmosfereka baş heye ji ber wê jî divê rûpelek nû were vekirin di vî warî de.
Seidî Ehmed Pîre her wiha got, divê her du alî hewl bidin arîşeyan bi rêka Destûrê çareser bikin û rê nedin yên ku dixwazin rewşê aloz bikin.
Li ser reftarên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê jî wî endamê polîtburoya YNKê got, divê Herêma Kurdistanê xwedan yek helwestê be li hember PKKê. Divê ev arîşe him bi hikûmeta Tirkiyê re him jî bi opozîsyona wî welatî re were gotûbêjkirin.