Kultur

Serok li gel karkerikî gotubêjê dike

Li gora nûçeyek a Bassnewsê, Serok Barzanî  li  bajarê Munchen a Almanyayê dema çû returantekê , zanî ku, karkerekî kurdê êzdî lê kar dike, bangî wî dike û guh dide rewşa wî.

Çalakvanê kurd ê êzdî Hesen Reşîd di tora xwe ya civakî facebookê de wêneyek û kurte nivîsek belav kir û aşkera kir, wan rojên dawiyê Serok Mesûd Barzanî çûye yek ji resturantê bajarê Munchen a Almanyayê.

Serok Barzanî dema ku zaniye nav tîma karkerên xwaringehê de karkerekî kurd ê êzdî heye, daxwaz dike bangî wî bikin ku li gel rûnê.

Serok Barzanî guh li wî karkerî digre û rewş û belayên serê kurdên êzdî hatine û rewşa ciwanên kurd li derve û penaberiya wan guhdar kir.

Ew çalakvanê kurd ê êzdî jî derbarê vê helwêsta Serok Barzanî de dibêje: ‘’Ev nîşaneya sadebûn û ruhê seroktiyê û ruhê heskirina rasteqîn a navbera serok û gelê wî de ye.’’

Back to top button