Kurd dijminê serê xwe ye
Kurd dijminê serê xwe ye
Ji sala 1988-ê were dema bajarê Helebce ji aliyê rijêma diktatora Sedam Hisênî ve hat kîmiya baran kirin û bi hezaran hevwelatiyê sivîl şehîd û birîndar bûn, me kurdan di got ku tawanbarên wê tawana mezin tawanbarên Bexdayê li dijî xelkê sivîlê Kurdistanê encam daye û kurdan di hemû waran de ji bona rûreşkirin û mehkemekirina tawanbarên kîmiyabarana Helebceyê xebat dikir, lê:
– Berî çend meha Celal Talebanîyê sekreterê yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di axaftina xwe pilinyoma çarê ya YNK-ê de got ku sebebê bûyera kîmiyabarankirina Helebceyê Newşêrwan Mistefayê serokê bizava Guranê ye. Di bersiva gotinên Talebanî de, Newşêrwanî jî, Celal Talebanî bû wê yekê tawanbar kir ku wî di civînekê de di gel pasdarên Îranê li hev kir bû û biryar dabû êrîşî ser devera Helebceyê bikin û sedemê sereke yê kîmiyabarana Helebceyê Celal Talebanî bi xwe ye.
Pêşmerge navekê pîroze û cîyekê taybet di dilên hemû kurdan de heye, pêşmerge sîmbola berxwedan, azadkirin, parastina man û hebûna gelê kurd e. Serê çend salane dijminên kurd û Kurdistanê ji pêşmrege re dibêjin esabe, mitemerid, rêgir, talanker, qeçax û vê dawiyê jî piştî azadkirian îraqê hin erebên şofînîst ji pêşmerege re dibêjin mîlîs, û bi salane pêşmerge dixebite qurbaniyan dide û berevaniyê ji kurd, Kurdistanê û navê xwe yê pîroz bilin radigire, lê:
– Berî çend rojekan ji bona hindek berjewendiyên şexsî û hizbî, parlamenterekê kurd, yê ser bi bizava Guranê, li paytexta herêma Kurdistanê û di nav avahiyê parlamentoya Kurdistanê de, ew parlamentoyê bi xwîna wan pêşmergan hatiya avakirin, ji pêşmrge re got mîlîs.
Bi salan gelê kurd ji bona rizgariya Kurdistanê dixebite û tekoşînê dike. Bizava rizgarîxaza gelê kurd bi salane rijêmên Îraqê bi wê yekê gunehbar dike ku deverên Kurdistanê û bi taybetî bajarê Kerkûk, Xaneqîn, Şingar, Şêxan û cîyên dî teirîb dike û ji kurdan vala dike, lê:
– Berî du rojan Newşîrwan Mistefa di peyama xwe ya bi minasebeta hilbijartinên parlamentoya Îraqê de, ji bo ku dengê xelkê deverên veqetyayî bidest bixe, behsa deverên ji herêma Kurdistanê veqetyayî û bi taybetî behsa Kerkûkê kir û got sedemê aloziya rewşa wan deveran herêma Kurdistanê ye û rijêmên Îraqê û hikûmet nuha ya Îraqê hemû ji berpirsiyariyê paqij kirin.
Em kurd hertim û tim israrê li ser wê yekê dikin ku kurd li Wîlayeta Kerkûkê piranî ne û ew dever axa Kurdistanê ye, lê:
– Wextekî Celal Talebaniyê serokomarê Îraqa pêşniyare kir û got ku divê civata rêvebirina wîlayeta Kerkûkê di navbera kurd. Ereb û turkmenan de bi yeksanî bê dabeş kirin, ango: 33 kursî bo kurda, 33 bo ereba û 33 jî bo turkmenan. Di nava şev û rojekê de nifosa kurd, ereb û turkmenan bû wek hev.
Bi van çend mînakên li jor min xwest di vê nivîsê de diyar bikim ka kurd heta çi derece dijminê serê xwe ye û ji bo berjewendiyên bertengên hizbî, dîrokê dişêlînin û behana didin dest dijminên kurdan û wan ji tawanên derheq bi gelê kurd kirîne dûr dikin.
Mezinên me gotine “Eger kurmê darê ne ji darê be fenabûna darê nabe.”