Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî behsa giringiya hilbijartina kir

Duhî li Hewlêrê, li ser daxaza sefîrê Fransayê yê li Bexdayê ku, nuha bi sedaneke fermî li herêma Kurdistanê ye, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê beşdarî di vekirina senterê rewşenbîriyê fransî li Hewlêrê kir.

Nêçîrvan Barzanî di merasima vekirina senterê kulturiyê fransî de li Hewlêrê ku, sefîrê Fransayê yê li Îraqê, kosolusê Fransayê yê li herêma Kurdistanê û hijmareke nûnerên welatên biyanî û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanî amade bûn, pevek pêşkeş kir û tê de got ku ew hêvîdare ku hilbijartinên parlamentoya Îraqê di atmosferekî aram de û bêy arîşe derbas bibin. Barzanî  got ku şidet di berjewendiya tu kes û alî de nîne û zixmeta pirosesa herêma Kurdistanê jî nake.

Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê got:

      Ev hilbijartin ji bo Îraqê bi giştî û herêma Kurdistanê weke beşek ji Îraqê gelek giring in. Îraq piştî van hilbijartinan di warê siyasî de dê bikeve di qonaxake nuh de. Tesîra van hilbijatinan bi awayekî giştî dê gelek li ser herêma Kurdistanê jî hebe û karîgeriya hilbijartina jî di wê yekê de ye ku me heta nuha, piştî jinavçûna rijêmê, beşdarî di nivîsîna destûra Îraqa nuh de kir, me beşdarî di pirosesaa siyasî de kir, lê heta noke çend pirsên cidî ku girêdayî hikpmeta herêma Kurdistanê ne hilawîstî mane û nehatine çareser kirin weke; Madeya 140ê, meseleya pêşmerge û qanûna gaz û petrolê.

      Hêvîdarim piştî hilbijartina em bikarin wan pirsan çareser bikin, bi awayekî ku di berjewendiya hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê û hemû gelên Îraqê de be. Ji ber vê yekê, ez hêvîdarim ku xelkê Kurdistanê wê yekê bizanin ku ev hilbijartin ehmîyeteke gelek mezin heye. Hêvîdarim hemû ferd û hemû kurdistaniyek bi berpirsiyariya xwe rabe û beşdariyê di hilbijartinan de bike. Çunkî ev wezîfeyeke netewîye li ser milê me û meseleya çarenivîsê herêma Kurdistanê û Îraqê ye.

 

Back to top button