Cîhan
Têkiliyên Bexda û Şamê ber bi başiyê ve diçin
Bexda – Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî ji rojnama Aswat al-Îraq re ragihand , ku dan û standin di navbera Îraq û Sûrî de xurt dibin . Malikî da xûyakirin, ku dema têkilî di navbera herdû welatan de xurt bibin pêdivî bi dadgehên navnetewî jî kêm dibe.
Wek tê zanîn di sala burî de piştî rêzek bûyerên tîrorîstî li Bexdayê hatin encamdan , desthilata Îraqê doz li encûmena asayişa YN kir , ku dadgeheke navnetewî lidarxe ji bo lêkolîna wan bûyeran . Piştî wan êrîşan têkiliyên Îraq û Sûrî zor lawaz bûn , çimkû desthilata Îraqê Sûrî di pêkanîna van bûyerên terorîstî de tawanbar dikir.Gelek basiyên Iraqê li Şama paytextê Suri dijîn. Hukumeta Iraqê gelek caran doz li Surî kiriye ku wan radestî Iraqê bikin.