Polîtîk

Nivîsgeha Kosret Resul, nûçeyeke ya KNN-ê ya ser bi Şîrketa Wişeyê, derew derxist.

Di aşkerekirinekê de nivîsgeha cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê YNK’ê, nûçeyeke çêkirî ya Televîzyona KNN’ê ya ser bi Şîrketa Wişeyê, derew derxist.

Di aşkerekirinê de tê gotin:” Duhî kanala KNN’ê ya ser bi şîrketa Wişeyê nûçyeke nerast û çêkiriî belav kiriye ku goya çend pêşmergeyan bi feramana birêz Kek Kosret avêtine ser binkeyeke Lîsteya Goranê li Hewlêrê. Lewra em di vê mijarê de radigihînin ku ev nûçe ne rast e û çi esasekî vê nûçeyê nîne bi taybetî ku hemû binkeyên sereke yên Şîrketa Wişe û Lîsteya Goranê li Silêmaniyê ne û heta nuha bi azadane karên xwe dikin û tûşû çi arîşeyekî nebûne. Kes jî ji nûçeyên wiha yên çêkirî bawer nake ku hin kes li Hewlêrê avêtine ser binkeya wan.Jixwe wê rojê Kek Kosret her ne li Hewlêrê bû.

Em dupat dikin ku berpirsên wê binkeyê wek di ragihandinê de belav kirine, wek sedan karmend û berpirsên din ku rojane vedigerin, bi azadî û qena’eta xwe biryara vegerê ya bo nav rêzên YNK’ê dane.”

 

(PUK Media)

Back to top button