Kurt: Zihniyeta 28-ê sibatê şûnde ma
Enqere – Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt got, bi îradeya gel pêvajoya 28’ê Reşemiyê temam bû, lê Serokê Giştiyê Mazlum-Derê Faruk Ünsal got, heta qanûna Xizmeta Navxweyî neguhêre kes nikare bêje rejîma wesayetê qediyaye.
A.KurtParlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt ji AKnewsê re got, bi piştgiriya gel 13 sal şûnde pêvajoya 28’ê Reşemiyê hate qedandin û tu hêz nikare hemberî îradeya gel raweste. Kurt gelê Tirkiyeyê bo destek dayîna pêvajoya demokrasiyê pîroz kir û got, “Miletê zordarî qebûl nekir û bi hev re xwe kirin yek û nîşan dan ku zordarî hezar sal dom nake. Ya girîng, bi mil dayîna hev a miletê bo piştevaniya vê pêvajoyê ye.”
Kurt got, divê ji vir û pê ve roja 28’ê reşemiyê wek “roja ji zordariyê rizgarbûnê” bête pîrozkirin û êdî ev pêvajo li paş ma. Kurt got, “Êdî em di nava pêvajoyeke ku vegera wê tune ye de ne. Êdî vegera wan rojan tune ye. Zihniyeta ku welatiyan wek dijmin dibîne, wek aliyên dijber dihesibîne li paş maye.”
Serokê Giştiyê Mazlum-Derê Faruk Ünsal jî ji AKnewsê re berevajî nêrînên Kurt got, kes nikare bêje pêvajoya 28’ê reşemiyê temam bûye û hê jî Qanûna Xizmetên Navxweyî bi hinek bendên xwe di rojevê de ye û wiha domand:
“Em nikarin bêjin ku pêvajoya 28’ê Reşemiyê qediyaye. Lewra hê jî hinek bendên Qanûna Xizmeta Navxweyî ku derfeta mudaxelekirinê dide Artêşa Tirk hêj di rojevê de ye. Heta ev qanûn bi tevahî neyê guhartin kes nikare bêje ku mijarên wiha dê çênebin. Tiştê pêwîst divê gavek zû sererastkirinên ku rejîma wesayetê ji binî ji holê radikin bêne kirin.”
(AKnews)