Nivîsar

Kurd bûne gayê bin dorê !

 

Berê wexta ku bênder gêre dikirin bi dewaran gakikî xavûrî dikirin binî de û çend dewarên din jî pêve girê didan û dizîvirandin. Her ew gayê bînî di cîyê xwe de lev dizîvirî ewê din li dora wî dizîvirîn, heta ku bênder xelas dikirin. Ku bênder xelas bû ew dewar vedikirin di ku de heydê bê xwedîko du dar li devê qûna wî gayê bin dorê dixistin û berdidanê!

Kurd hem gayê bindorê ne û hem bûne sêwyê bê de û bê bav her kes li nav guhê wan dixê. Her kes qîra didi wan, ê ku wan di xapînê û ê ku wan ditirsînê.  Erdoxan tişkî dibêje û Selahettîn demir taş tişkî dibêje û Abdulleh öcelan tişkî dibêje, ji Kurda re.  Serê Kurda tevlî hev kirin ew jî nema zanin bi a kê bikin û lê kê bihisênin.

Kurdê Çepgir û ê Elawî armanca wan ku rêjima Erdoxan xerakin. Qismek jî ewê ku ji dîn dûr ketin û hinek xeyrî Mislim in ê ku gelek bi Apove girêdayî ne, ew jî dixawazin Sosyalîzmê çêkin, a van ji xwe beredayî ye, ev naçê ser ji binî. Kismek jî hene Kurdin Kurdê Kurdperwerin. Ew dixwazin ku tişkî ji Kurda re  bikin. Lê gelek ji wan ji nava partiyê derxistin bi şêweyekî dûr xistin bê deng kirin.

Serê xeberê û binê xeberê Erdoxan digot: Terorîst başî,bebek qatili Abdullah Öcelan. A nihaka pêdivîya wî bi dengê Kurda çê bû bê çi lîstik kirin parêzerê Apo şiyandin balê û dolab zîvirandin gotin: Nabeyna Apo û Silhattîn Demirtaş kêşe çê bûye û carkî din zîvirandin ew axavtinê Demirtaş kavin derxistin ku nihaka gotiye em li pey biryara Apone. Yanî nema zanîbûn çawan Kurda bixapênin.

Lê belê piçik kî Kurd tiştin hatne guhê wan, vê derbê xwe gelek bê nirx nekirin ji biryara xwe venegeryan, hinek nirx dane xwe. Erê Ekrem Îmamoxlu zilamê CHPê ye û CHPe dijminê Kurdaye lê belê Erdoxan gelek çav sor û har bûye bi kêlî û siet pîkol dikir, gef li Kurda dixwarin! Bela ew jî hebekî sist bibê bela bizanibê ku nej Kurda bê ew nikarê tu Îqtîdarê bimeşênê.

Emê bêjin ev jî tarîxek bûyerek bû ev jî derbas bû ka Kurd çiqasî tecrûbe aqil girtin an na, ne dîyare.  Ezê wer me ser pêşxistin û nas kirina Gelê Kurd ku bi dinyayê hatine naskirin, bi çi şêweyê?

Du lîderê Kurd ev gelê Kurd bi dinyayê dane naskirin. Lê belê lîderkî Kurda, Kurd bi Milletî dane naskirin. Lê ê din gelê Kurd bi terorîstî dane naskirin bi dinyayê.  Ev herdû lîder kîbûn?  Ê ku Mîlletê Kurd bi qewmîtî bi gelîtî bi dinyayê dane naskirin ew Mele MIstefa Barzanî bû. Di wî wextê ku şertê dinyayê gelek zor û zahmet û gelê Kurd ji sedî %99 cahîl bûn û hemî di hundurwê Nexşeya Kurdîstanê de bûn, heya wan ji netew û hebûn dewlet bûnê tune bû, di wan şerta de Mele Mistefa Barzanî gelê Kurd bi dinyayê bi qewmîtî dane naskirin!

Lê di vê dema ku Gelê Kurd li dinyayê bala bû û ji sedî şêst bûne xwende û zane bûn hevqas mical û çapemenî çê bûn lê mixabin Apo xwe û gelê xwe bi terorîstî dane naskirin. Karîbû xwe ji lista tûndderw derxê gelek caran derfet hetin lê bi cî nanîn û tiştik jî bi dest ne xistin.

Lê birano ma çi fêde ku me re, fêm nekê valaye her tişt. Gotinekî bav û kala heye dibêjin: Dirê bide destê dirnasa, nede destê ewanê ku jev nasnakin kutik û kirasa.  Ev gelê Kurd zêde cahîle, nezane hinek ku xwendine jî sere xwendine, bin re ne xwendin e.  Hebûn û civak bi çi li ser linga di sekinê?  Bi rêberê dîn û reîsê Eşîretê bi mîrê heremê, bi axayê gund, bazirgan û civak nas gel li ser linga digrin.

Lê mixabin dinav me de xwedyê îlmî û zanebûn û xwedî serpêhatî civak nas nehiştin û nehiştin ku biaxivin ji dozê dûrxistin rewşenbîr û şaîr bê deng kirin. Meznê me bûn Elo û Celo û kum birîx û kurê Pota bê semyan. Ma emê çawa bibin xwedî dewlet û xwedî al. Em tev kirin diz û himmal!

24.6.2019

Dilciwan Helwest

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button