Trump cezayên nû dide Îranê

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara hindek cezayên nû li ser Îranê îmze kir.
Trump da xûyakirin ku, cezayên vê carê Elî Xaminêyî jî li xwe digirin.
Trump ragihand ku, ofîsa Elî Xaminêyî, Rêberê Komara Îslamî ji dorpêçên vê zarê yên Amerîkayê bêpar namîne.
Serokê Amerîkayê ragihand, ew gelek hez dike bi Îranê re bigihe rêkeftinê, lê belê tekez kir, ew rê nade ku destê Îranê bigihe çekên etomî. Donald Trump herwiha da zanîn, ew ne li pey derxistina şerekî bi Îranê re ye.
Herwiha bi biryara Trump, heşt fermandeyên pilebilind ên Supaya Pasdaran jî li lîsteya ceza û dorpêçên ser Îranê hatin zêdekirin.
Li gor agahiyan, Elîriza Tengsîrî, Emîr Elî Hacîzade, Mihemed Pakpûr, Ebas Xulamşahî, Remezan Zîrahî, Yedullah Badîn, Mensûr Rewankaw û Elî Ozmayî, ew fermandeyên Supaya Pasdaran in ku Amerîkayê di gera nû ya sepandina cezayan de, navê wan li lîsteya dorpêçê zêde kiriye.
Li aliyekê din Wezîrê Xizênedariya Amerîkayê jî destnîşan kir, vê carê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî li lîsteya cezayan tê zêdekirin.
Steven Mnuchin got, vê heftiyê ew dê navê Mihemed Cewad Zerîf jî li lîsteya dorpêçên ser Îranê zêde bikin.
Piştî ku Supaya Pasdaran a Îranê balafira bêpîlot a Amerîkayê xiste xwarê, Trump roja Şemî 22ê Hezîranê ragihandibû, Amerîka dê ji roja Duşemî 24ê Hezîranê ve dorpêçek mezintir û zêdetir bixe ser Îranê.
Trump pêştir ragihandibû, piştî ku Supaya Pasdaran balafira bêpîlot a Amerîkayê xiste xwarê, wî biryara êrîşkirina ser 3 armancên Îranê dabû lê piştre bi sedema egera kuştina 150 kesan, deh xûlek berî encamdanê, wî ew êrîş daye rawestandin.