Nêçîrvan Barzanî û şandekî Amerîka rewşa navçeyê guftûgo kirin
Ji aliyê xwe ve birêz Nêçîrvan Barzanî spasî hevkariyên Amerîkayê ya di demên dijwar de kir û tekez li ser peywendiyên her dû aliyan kir. Hatina şanda Jûra Bazirganiya Amerîkî û îmzakirina yadaşta hevdû têgihiştina li gel Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand, dûpat jî kir ku kompanyayên Amerîkiyan dikarin Herêmê wekî derbasgeheke ji bo hemû Iraqê bikarbînin. Rêzdar bi kurtî di derbarê serdana xwe ya Bexdayê de axaftinek pêşkêş kir û amadehiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê, li ser bingeha destûrê de nîşan da.
Li civîna ku nîvroya îro dûşem 24/06/2019 li Hewlêrê birêveçû, guftûgo kirina hengavên dawî ya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gefên Da’îş û hemahengiya di navbera hevpeymanan û Hewlêr û Bexda, rewşa koçberan û rêxweşkirina vegerandina wan ya li ser cîh û warên wan, aliyekî dinê vê civînê bû.