Nivîsar

Kurd bi alfabeya latênî dibin ateîst ?

  Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya Facebookê nivîsîbû ku KURD BI ALFABEYA LATÊNÎ DIBIN ATEÎST. Dema min ew nivîs xwend, pêşî min nexwest ku ji çavên xwe bawer bikim.Lê rast bû. Hin biraderan jî rexneyekî rêzmendî li binî nivîsîbûn ku ew yek şaş e. Min jî nivîsî ku mesele ne ateistî ye, lê alfabeya erebî têrê fonetîka kurdî nake. Wî biraderî hemû hevalên ku şirove nivîsîbûn ez jî tê de, ji hevaltiyê avîtiye û gotiye ku KURD DIXWAZIN MIN RECM BIKIN, gelek gazin û lomeyên dî jî ji Kurdan kiribû. Dema meriv li ser vê yekê radiweste, diyar e ku Neteweyê Kurd ji nijada ARÎ ye û Zimanê Kurdî jî ji Famîleya zimanên Hindoewrûpî ye. Çewa ku Xwedayê mezin gotiye, wî mirovan bi nifş û cûn û nijadan ji hev cuda cuda afirandine (Suret Hucurat, Ayet: 13) herweha Xwedê ji bo her nijadekê jî hin dengên taybet xistine gewriyê. Helbet Kurdên ji nijada Arî jî fonetikeka xwe ya taybet heye û li gor peyitandina zimanzanan niha 31 tîp di alfabeta latênî de hatine pejirandin. Lê heftsed sal BZ dema Împeretorya MEDan, 36 tîp ji bo Zimanê Kurdî hatine bikaranîn. Neteweyê Ereb, ji nijada SAMî ye û Xwedayê mezin 29 deng xistiye gewriya Ereban. Ji wan 29 tîpan, tenî 21 tîp teqabulê fonetîka Neteweyê Kurd dikin.Niha pir kes hene dixwazin ku Neteweyê Kurd alfabeya Erebî bi kar bîne weke vî profesorê ku Kurdan kiriye ateist. Yanî dixwazin ku Kurd ji 36 tîpên zimanê xwe tenê bila 21 tîp bi kar bînin. Erê, li gor gelekan Kurd bi bikaranîna alfabeya Latênî dibin ateist. Îro li Tirkiyê 86 hezar mizgeftê Dînê Îslamê hene, navê hemuyan jî bi tîpên Latênî hatine nivîsandin û waz û xutbeya ku di wan de çêdibin jî, ji %80 latênî ne. Herweha gelek dêr û sînagog jî hene ku navê wan jî bi tîpên Latênî hatine nivîsandin. Herweha ji 57 welatên bisilman ên din jî gelek hene ku latênî bi kar tînin.Gelo ew bi alfabeya Latênî nabin ateist, tenê Kurd pê dibin ateist? Vê mesela ateistiyê serpêhatiyekê anî bîra min:- Sal 1967-68 bû, li gundekî bakûrê Kurdistanê meleyek bi navê M.E. hebû, rojek li dawiya meha ararê gelek zilamên gundî li berokekî besterêz bûbûn. Melayê Kurd dev pê kir û behsa pîrozbûna Ereban kir û di dawiyê de weha got:- “Dema te dît ku yekî Ereb wa ye şûşeyek ereq (bade) di binçengê wî de ye û diçe mala xwe, divê tu bawer nekî ku ew dê wê ereqê vexwe.” Gundî tev bêdeng man, min jî gotê:- Seyda, ma ew Ereb dê şûşa ereqê bibe malê bide gayê xwe yê cot?” Melayê gund gote min:- Ji xwe kêmketina Dînê Îslamê ji kesên mîna te çêbûye. Ez bêdeng mam, lê rîspiyekî gundî got Melê:- Seyda Weleh tu niheq î û lawik rast dibêje. Eger şûşeya ereqê di binê çengê Ereb de be û meriv bibîne ku wa ye diçe malê, ma ku venexwo, wê bide gayê cot ku vexwo? Li jorê hate gotin ku Kurd ji nijada ARÎ ne, niha ji 40î zêdetir dewletên ji nijada Arî hene. Ew Qurana pîroz ku em Kurdên bisilman pê bawer in, bi alfabeyeke taybet  û bi devoka Qureyşî hatiye nivîsandin. 70 sal piştî Hicretê hêj nû Quran bi vê alfabeya ku jê re “Elîfbêtika Erebî” tê gotin a 29 tîpî, hatiye nivîsandin. Hurmeta me jê re bê sînor e. Ji ber ku ev “Elîfbêtika Erebî” Zimanê Kurdî seqet dike û nîvco dihêle, dest nade ku Neteweyê Kurd dest ji ya Latênî berde û pê binivîse û bixwîne. BÊGUMAN ÇI KESÊ KU BIXWAZE KURD BI ALFABEYA LATÊNÎ NENIVÎSIN Û BI YA EREBÎ BINIVÎSIN, EW DIJMINÊ NETEWEYÊ KURD E Û DIXWAZE HERTIM SEDDAMEK, DÎKTATOREK Û ZALIMEK LI SER SERÊ WAN BE. Ew Xwedayê ku fonetîka Kurd ji fonetîka Ereb cuda kiriye, ya Ereb ji ya Tirk û Faris cuda kiriye, kesê ku li dij vê yekê derkene, meriv di baweriya wî ya bi Xwedê de dikeve gumanê. Stockholm 05/ 12/ 2015Zeynelabidin Zinar   

Back to top button