Nivîsar

Konfransa Jinên cîhanî li Venezuela

Konfransa Jinên cîhanî li Venezuela

Li Konferensa Jinên cîhanê li Venezuelayê, jin ji hemû welatan li hev kom bûn û ji bo azadiya jinan gengeşî kirin. Em jî, bi navê komjinê, beşdar bûn û weha jî xwe li wir da naskirin.

Em tevlî (workshop)a xala 7an bûn, ya li ser miletên kû xwedî cih, ziman û çand in, lê bindest in, û gengeşe li ser vê mijarê hate kirin. Ji ber kû ev mijar pirsgirêka kurdan e jî, loma em jî  bi vê mijarê mijûl bûn.

Di dawîya konferensê de rewşa jinên kurd hate zelal kirin, ku bindestîya jinan jî bi bindestîya welatê wan vê girêdayî ye. Di roja 8ê adarê de, min weke jineke kurd, bi zimanê xwe yê kurdî roja 100 salîya jinên cihanê pîroz kir û daxwaziya xwe û miletê xwe bi kurdistaneka azad û serbixwe kir.

Konferens ji 4ê heta 8ê adarê berdawem kir. Ev yekemîn Konferensa  (Basis) bû û ji ber vê yekê jî kêmasî di xebatên organisasîyonê de hebûn. Lê tevî wê jî, konferens bi awayek serkeftî derbas bû. Hinek pirsgerêk derketin, yek ji wana ew bû ku dema sirûda netêwî (Nationalhymne) ya Venezuela ye hate gotin, hinek delegasîyonan xwe aciz kirin û danê xuyakirin ku ev tiştekî li dijî demokrasiyê ye û loma wan kesan xwe ji konferensê kişandin.


civina_jina_venezuella_935139590.jpg

Di Konferensê de, 11  (Workshop) hebûn, di van (Workshop)an de mijarên giring hatine şirove kirin. Mîna

 – Wekhevî navbera jin û mêran de, di ware kar û qezençkirine de..

– Mafên civakî di warên neheqiya mirovatiyê de..

– Destdirêjî û zordariya li himber jinan..

– Alîkariya bêçaretiyê û belengaziyê di welatên blindest de.. 

  
Weke ko tê zanîn Konferensa jinên cihanê her 5 salan li dar dikeve û her sal jî komîta konferensê civîna xwe dike û dinêre ka gelo armancên wan têne bi cî kirin yan na?

Tevlîbûna Jinên kurd di çalakiyên wusa de gelekî giring e, ji ber ku rola jinên kurd di civakê de jî tê diyarkirin.

Komjin di vê konferensê de hate naskirin, weke rexistineke serbixwe,  demokrat û li dijî zordarî û bindestiya jinan dixebite.

Ji bona karekî baş di peşarojê de, me têkelîyên xwe bi rêxistinên jinên cihanê re xurt kirin, weke (Courage). Herweha gerek e rexestinên kurdî jî di va konferensan de beşdar bibin û cihê xwe bigrin, da pirsgirekên me jî bêne xuyakirin û em xwe wek jinên kurd xwe bidne pejirandin.

Firyal Haco

Back to top button