Gelo dê çewe Kadafî biruxînin?
Li Londonê ji bo dûrxistina Kadafî bi temamî li ser hukum civînek berfireh pêkhat. Wek tê zanîn ji berî niha di serokatiya Amerîka, Fransa û Ingiltere de hêzên hevpeyman erîş birin ser Libya û şerek dijwar li dijê desthilatdariya Kadafî destpêkirin. Niha jî fermandariya hêzên hevpeyman dane hêzên Nato û ev şer berdewam e.
Civîna ku London pêkhatî civînek gelek berfirehbû. NY, NATO û Konferansa Îslamî tevlî vê civînê bûn. Nûnêrên 40 welatan di civînê de amade bûn û 7 welatên Erebî jî di civînê de bûn.Rusya û Çîn tevlî civînê nebûn.
Armanc ewe ku Kadafî ji desthilatê dûr bêxin. Lê di civînê de ya balkêş heft welatên Ereban bûn, ji ber ku rewşa hinek ji wan welatan jî nêzikî rewşa Libyayê ye.
Lê gora nûçeyak ya rojnama The Guardian ji bo awayê êrîşkirina li ser Libyayê serokên sê welatan (Amerîka, Ingiltere û Fransa) dikare ji bo vê yekê li bêne dadgeh kirin.
Li gora rojnama The Guardian,serokên van welatan dest êrîşê kirin û niha jî zemînek hukukî digerin. Ji ber ku di qada navnetewî de ev pirs ji aliyê hukukzanan ve tê minaqeşekirin. Li gora hukukzanan di êrîşan de normên NY hatine binpê kirin.