Polîtîk
PDK, YNK û Goran civiyan
Şîretkarê ragihandinê yê serokê parlementoya Kurdistanê Tariq Cewher di daxuyaniyek taybetî de ji PNA re got: Hersê alîyên PDK, YNK û Bizava Goran bi baş zanîn, ku li hola parlementoya Kurdistanê kombêneka sêqolî saz bikin û niha jî ew kombûn hat sazdan.
Tariq Cewher da xuyakirin ku; Fazil Mîranî û Cefer Îbrahîm ji alîyê PDK ve û Mela Bextîyar û Erselan Bayiz ji alîyê YNK ve û Qadir Hacî elî û Dr. Yousef ji alîyê Goran ve beşdarî di kombûnê de kirin.
Cewher Tariq di derbarê encamê dawîyê yê kombûna sêqolîya navbera hersê alîyan de jî got: Eger alîyên di kombûnê de amade bûyîn razî bibin zanyarîyên hûr ên kombûnê ji dezgehên ragihandinê re bihên belavkirin, wê demê em dê wan zanyarîyan belav bikin.