Nivîsar

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî 

Ya girîng ewe ku, li rojavayê Kurdistanê, kurd bikaribin li gel hemî sembolên xwe di bin Ala Kurdistanê de werin bahev…

Dara Bilek

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hate li darxistin.

Ji bo yekrêziyek di nava kurdên rojavayê Kurdistanê de pêkwerê bi salan xebat hatin kirin. Lê mixabin tu cara hewldanên dihatin kirin negihatin encamek berbiçav. Heta di despêkê de  aliyên kurd li rojavayê Kurdistanê bi çavderiya serok Barzanî de peymanên wek hewlêr 1, Hewlêr 2 û Duhok  îmzekirin lê mixabin tu cara neketin paratîkê û têkçûn.

Piştî rûxandina rejima Esad cardin bi awayek çalak behsa pêwistiya yekrêziyek û yek dengiyek  a aliyên kurd li rojavayê Kurdistanê hate kirin. Abdullah Ocalan li ser pêşniyara serokê MHPê Devlet Bahçelî banga devjêberdana çekan û xwe fesih kirina rêxistinê li PKKê kir. Vê yekê bandora xwe li partî û hêzên aligirên PKKê li rojavayê Kurdistanê jî kir.

Serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê jî rolek sereke ji bo yekrêziya Kurdan li rojavayê Kurdistanê leyiztin.

Heyetên DYA û Fransa serdana Hewlêr kirin û piştî hevdînên li Hewlêr derbasî rojava bûn û li gel ENKSê û HSDê hevdîtin kirin. Mazlûm Ebdî serdana Hewlêr kir û li gel serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê hevdîtin kirin. Vê yekê behtir pêvajoya yekreziyekî li rojavayê Kurdistanê bi hêztir kir.

Li Antalya hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel serokkomarê Tirkiye û herweha li gel serokê Suriye Şara zemînek baştir ji bo yekrêziyek di nava Kurdan de peyda kir.

Hevdîtin di navbera ENKSê û HSDê de berdewam kirin, heta gavên berbiçav hatin avêtin. Lê ji bo hinek sedemên konferansê yekrêziyê hinekî hate şûnde avêtin û dema ewil hatî destnîşankirin de necivî û 26ê Nisanê de konferans hate li darxist.

Wezîrê derve yê Fransayê serdana Hewlêr kir, Mezlûm Ebdî jî hat Hewlêr li gel wezîrê derve yê Fransayê civiya. Herweha Ebdî li gel serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî civiya. Piştî vegera xwe ya rojava demek kurt biryara civandina konferansa yekrêziyê hate dayîn.

Di encam de Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hate li darxistin. Ev konferans bi çavderiya DYA, Fransa û Herêma Kurdistanê de pêkhatiye.

Bê ku, mirov bikeve nava hûrgilîyan û bê ku mirov tenê bi çavek rexnegirî li civandina vê konferansê binêre, konferanseke di berjewendiyên Kurdan de ye. Taybetî eger biryarên li konferansê de hatîn girtin bêne cihbicîhkirin, dê ev yek xizmeta destxistina mafên netewî li rojavayê Kurdistanê bike.

Serok Barzanî peyama ku ji konferansê re rêkirî de dibêje: Yekgirtina Kurdan û avakirina bingeheke hevpar, deriyê bingehîn ê çareseriyeke dadmend û yekcarî ya pirsa Kurd e li Sûriyê. Li ser vî bingehî, çêkirina şandeyeke hevpar a Kurdî ji bo diyalogê digel rêveberiya nû li Şamê, gaveke pêwîst e ber bi beşdariyeke rastîn ve ji bo avakirina pêşeroja welat û misogerkirina mafên gelê meyê Kurd û beşdariya aktîv di pêvajoya biryardana siyasî de.

Gera navnetewî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo destxistina mafên rewa yên kurda û taybetî li rojavayê Kurdistanê gelekî girîng e. Di demek kurt de serdana Antalya, Paris , Italya û Urdinê gelekî watedar e. Gelek babetên girîng ku bandorê li pêşeroja Gelên Kurdistanê bike hatine gotubêj kirin.

Partiyên siyasî yên Kurdistanî bi yekdengiyekî pişgiriya xwe ji bo vî konferansê diyardikin. Ev yek jî gelekî girînge.

Şam daxûyakirin ku, encamên vê konferansê nasnakin û tu cara rê nadin xweseriyekî yan jî federasyonekî ji bo kurdan. Lê ev dîtina waye. Eger Kurd yekdengbin dê Şam mecbûrbe ne temamî bê jî hinek mafê Kurdan nasbike. Kurd bi yekrêziya xwe di vê pêavajoyê de ji Şamê bi hêztirin. Şam jî vê dibîne. Yekrêziya Kurdan li rojava berdewambe dê serbikevin  û Şam bê hemdê xwe daxwaziyên Kurda qebûl bike.

Herweha dema Kurd bi yek dengî li gel Şamê danûstandina bikin, dê pişgiriya gelek welatan bigrin û welatên cîran jî behtir bi erênî nêzik mafên Kurdan li rojavayê Kurdistanê bibin.

Hinek aliyên siyasî dê hewlbidin ku, vê konferansê wek serkevtineka xwe taybet bidin nîşandan û ji bo hinek kêmasîyên xwe veşêrin dê  vê konferansê weke propagandeyekî ji bo xwe bi karbînin. Lê rastî ew di vê pêvajoyê de hêdî dê xwe bixapînîn. Eger berjewendiya Kurdan di çalakiyekî de hebe, kê ev kiriye ne gelekî girînge, ya girîng ewe ku, li rojavayê Kurdistanê, kurd bikaribin li gel hemî sembollên xwe di bin Ala Kurdistanê de werin bahev, dê ev yek bibe demana destkeftiyên mafê rewa yên miletê Kurd.

Her hêzek yan jî aliyek hewlbide vê yekê sabote bike, ew dê xeletiyek dîrokî di jiyana xwe ya siyasî de bikin.

Hêvî ewe ku, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî biryarên ku girtî bêxin pratîkê de û yekrêziya Kurdan li rojavayê Kurdistanê bi hêztir bibe.

Rewşa rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de gelekî hesas e, desthilatdariya Şamê zû bi zû daxwaziyên Kurda qebûl nake, ew reveberiya nawendiyetê de bi israrin. Lê Kurd jî bi yekdengbin, dê behtir bikaribin rêya destxistina mafên xwe yên rewa vekin.

28.04.2025

Back to top button