Polîtîk

Civîna PDK û YNKê

Ji bo avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê duh li Dukanê di serokatiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talabani de şandên danûstandinê yên PDKê û YNKê civîyan. Di civînê de babetê sereke damezirandina hukumeta nû ya Kurdistanê bû.

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî serokatiya her du şandên danûstandinan ên PDK û YNKê dikir, ku ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parvekirina postan civiyan. Şanda PDKê ji Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Piştîwan Sadiq, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dilşad Şehab û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Sebah pêk hatibû.

Şanda YNKê jî ji Serperiştê Mekteba Sikirtariyetê ya Mam Celal Qubad Talebanî, Sikirtêrê Civata Wezîran li ser pişka YNKê Amanc Rehîm, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Nizar Amêdî, Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Rêwaz Fayeq û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Şalaw Selah Şêx Şeref pê hatibû.

Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha 2024ê hatibûn kirin. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 39 kursî û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî 23 kursî bi dest xistin.

Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 18 wezaret û sê wezîrên herêmê pêk dihat, her yek ji postên Serokwezîrî ji bo PDKê û Cîgirê Serokwezîrî ji bo YNKê bû, herwesa 9 wezareta jî ji bo PDKê û pênc wezaret ji bo YNKê û çar wezaret jî ji bo tevgera Goranê bûn.

Back to top button