Nivîsar

Konferansa Parisê û mafê neteweyê kurd

 

Hatiye ragîhndin ku konferanseke Navneteweî roja 15/ 09/ 2014 li Parîsê saz dibe. Gelek birrên siyasî yên ji gelek dewletên cuda beşdar dibin.  

Konferans bi taybetî wê li ser Iraqê raweste ka dê sîstemeke çewan bête sazkirin.

Tê gotin ku ev konferans, berdewama Konferensa Sewr û Lozanê ye. Di van konferansan de Kurd rasterast nehatibûne vexwendin. Lê belê ev car  komek Kurd li ser navê Başûrê Kurdistanê jî bi awayekî fermê hatiye vexwendin ku beşdar bibe. 

Metirsiya Neteweyê Kurd ji konferansên wisa yên bi vî rengî pir heye. Lewra Kurdan hîç mafekî xwe di wan de bi dest nexistibû.

Îcar gotineke Pêşiyên Kurdan we dibêje: “Devê wî ji vexwarina şîr şewitî bû, lê dema ku dew jî vedixwar pif dikirê û hêj vedixwar.” 

Hêvîdar im ku di vê konferansê de jî devê Kurdan weke ya Sewr û Lozanê neşewite û pîşpêkirina mafê Neteweyê Kurd bête pejirandin. 

Dibe ku Ereb, Turkiye û Îran zexta xwe ya siyasî li Konferansê dahênin, ev jî bo wan karekî rewa tê dîtin. Lê belê eger zanîna wan ya pêşerojê demdirêj be, ew bi xwe dê mafê Neteweyê Kurd bidin pêş da ku di konferansê de bi awayekî erênê bête pejirandin.

Bi hêviya serkeftina maf û daxwazên Neteweyê Kurd di Konferensa Parîsê de… 

Enqere 14/ 09/ 2014 

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button