Civak

Hêzek ji êzidî û mesihiyan tê avakirin

 Wezareta pêşmergehêzekî ji bo mesîhî û êzîdiyan ava dike û destpêkiriye ji bo vê hêzê navan berhev bike. Ev hêz di wek hêzek pêşmergeyên Kurdistanê di nava hêza pêşmerge de bête rêxistin.

Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge general Helgurd Hikmet ji KDP.info re ragihand: “Niha yekem roja wergirtina navane û ew hêz dê di çarçoveya Hêzên Pêşmerge de bên rêk xistin, ew ji aliyê wezareta pêşmerge ve hatine agahdar kirin bo avakirina fewcek hêzên pêşmergeyên Mesîhî ser bi wezaretê.”

Hikmet got: “Hêzekî taybet bo xortên gelê Keldanî suryanî û aşûrî tê avakirinê û ji xelkê cihên dewrûberê Musilê pêk tên û amaje bi wê yekê jî kir ku hemû pêdiviyên serbazî û perwerdekirina wan ji aliyê wezareta pêşmerge tê kirinê.”

Emîd Helgurd Hikmet got: “Avakirina hêzekî weha li ser daxwaza wan û aliyên siyasî yên mesîhiyan û kelîse û xelkê mesîhî bûye. Her weha erkê wê hêzê jî rizgarkirina navçeyên Mesîhî ên ser bi parêzgeha Musilê dibe.”

Rêveberê ragihandin û hoşyariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha jî got: “Mebest ji avakirina wan hêzan, da ku ser û male xelkê xwe biparêzin.”

Back to top button