Polîtîk

Hikûmet alîkariyê ji cîhanê dixwaze

Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de, ji bona nirxandina reweşa koçberên Şingalê û deşta Nînewayê civiya û di civînê de daxwaz ji beşdarên konferensa navdewletî ku, biryare sibê li Parîsê paytexata Fransayê li ser rewşa ewlehiya Îraqê, bûyerên Şingalê û koçberbûna bi sedhezaran hevwelatiyan bo bajar û bajarokên herêma Kurdistanê bê sazkirin, kir ku, ne bi tenê pirsên  warê siyasî û leşkerî gotûbêj bikin, lê belê bi awayekî cidî rewşa mirovî ya koçberan minaqeşe bikin û hevkariya bi sedhezaran koçberên navxweyîya Îraqê bikin.

Civînê daxwaz ji welatên erebî kir ku, wezîfeya xwe ya mirovî li hember koçberan eda bikin ku, beşek mezin jê kurdên êzidîn e û beşek ber bi çav jê mesîhî û erebên sine yên deverên Nînewayê ne.

Hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji civaka navdewletî dike ku, alîkariya wê bikin daku ew jî bikaribe weke pêwîst alîkarî û hevkariya pêşkeşî wê hijmara zêdeya koçberan bike ku, ji encamê êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser Şingal û Deşta Nînewayê ber bi herêmên aramêm herêma Kurdistanê hatine û bi taybetî li wîlayeta Duhokê bi cî bûne û demsala zivistanê jî ber derîye.

Di civînê de behsa destpêkirina sala nû ya xwendinê û rewşa koçberên di avahiyên xwendingeh û dibistanan de dijîn hat kirin û di vê çarçoveyê de biryar hat dan ku, dest bi avakirina kampan bê kirin daku avahiyên xwebdingeh û dibistan vala bibin û sala xwendinê bi awayekî asayê dest pê bike.

Biryar hat dan aliyên peywendîdarên hikûmeta herêman Kurdistanê digel rêxistin û komeleyên navdewletî hevkarî û hevahengiya timam hebe û şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û li ser rewşa koçberan digel hikûmeta Îraqê gotûbêjan bike, ji ber ku ev kirîza însanî di warê mihtacî û mezinahiya xwe ve gelek ji îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e û divê hikûmeta Îeaqê wezîfeyên xwe yên destûrî û qanûnî cîbicî bike.

Back to top button