Kompaniyên neftê: 50 milyon dolar bo penaberên rojavayê Kurdistanê
Li Hewlêrê, duhî, di civînekê de kompaniyên di warê neft û gazê de li herêma Kurdistanê kar dikin peyman da ku, 50 milyon dolaran weke alîkarî bo penaberên rojavayê Kurdistanê dabîn bikin.
Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di civînê de got:
– Beriya nuha hikûmeta herêma Kurdistanê 10 milyon dolar bo sotemeniyê û 25 milyon dolara jî ji bo pêdawîstiyên jiyanê bo penaberan dane, lê ji ber zêdebûna hijmara penaberan, em hemû divê bi hev re kar bikin û zêdetir alîkariya penaberan bikin.
Aşitî got jî ku, 50 milyon dolaraên din weke alîkarî dê kompaniyên neft û gazê yên li herêma Kurdistanê kar dikin ji bo penaberan berdest bikin û her dolareke kompaniyên neftê didin, hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê dolareke bide:
– Di civîna me de kompaniyên neft û gazê razî bûn alîkariya darayî bo penaberan berdest bikin û ev jî kareke mirovatî ye. Alîkariya wan kompaniyan dê jiyan û rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê xweştir bike.
Berpirsê UNHCR xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warl pêşwazî û alîkarîkirina penaberên rojavayê Kurdistanê bilind nirxandin, ”lê em ber bi zivistanê diçin û hijmara penaberan roj bo rojê zêde dibe pêwîstî bi alîakriyên zêdetir dibe.”
Heta nuha zêdetir ji 200 000 penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û roj bo rojê ev hijmar bilindtir dibe.