Cîhan

Hikûmeta Kurdistanê dixwaze beşdariyê di Cenevera 2 de bike

Li Amerîkayê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê digel berpirsên îdareya Amerîkayê, sanator, kongresman, saziyên kulturî û senterên lêkolînan û hijmareke kompaniyên bazirganî civiyan û hijmareke mijarên aktuel di rojeva herêma Kurdistanê û têkeliyên dualî gotûbêj kirin.

Felah Mistefa berprisê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Brîtaniyayê, li Waşîngtonê digel Bred Makgerek cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkariyê bo karûbarên Îran û Îraqê û Kelî Kelemînts cîgira alîkarê wezîrê derve bo karûbarên penaber û koçberan civiyan.
Berpirsê têkeliyên derve rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê ji berpirsên wezareta derve re behis kir. Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmet û civaka navdewletî kir ku, di warê alîkarîkirina wê hijmara zêde ya penaberên surî ku, ji ber rewşa aloza wî welatî qesta herêma Kurdistanê kiriye de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.

Mistefa got ku, tenê di meha tebaxê de 50 hezar penaberên rojavayê Kurdistanê hatine herêma Kurdistanê û nuha zîdetir ji 220 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û:

– Em nuha ber bi demsala zivistanê ve diçin û pêwîstiya me bi alîkariya teknîkî, îdarî û malî ji bon birêvebirina kampên penaberan heye.

– Ew welatên din yên penaberên surî wergirtine zîdetir alîkarî ji civaka navdewletî wergirtiye, hijmareke zêde ya penaberan li herêma Kurdistanê heye û pêwîstî bi alîkarya navdewletî heye.

 

Şandeya herêma Kurdistanê daxwaz kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê jî beşdariyê di civîn û konferensên navdewletî yên taybet bi rewşa penaberan de bike, û beşdariyê di  Cenevera 2 ya taybet bi Suriyeyê de bike û ew pirsên bi doza kurd hene guhdariya ra û dîtinên beşdarbûyan bike.

Back to top button