Destek ji lîsteya 110…

Divê ez di serî de bêjim ku: ez destekê jibo garantoriya paşeroja Basûrê Kurdistanê didim liîteya 110. Jiber lîsteya 110 lîteyek sîyasî û Kurdewarî ye. Armanca wê pêşdexistina destkeftiyên Kurd û Kurdistanêye; xurtkirina hest û ruhê netewayetî û xwedîlêderketina rêça serok M.Mistefa Barzanî ye. Piranîya elîgirên wê bingeha rêça nemir serok Mistefa Barzanî ji xwe re wek rê û destûr dibînin. Alîgir û dostê Kurdên herçar perçên Kurdistanê û yên li cîhanê ne. Paraztina destkeftinên başûrê Kurdistanê wek destkeftinên temamê Kurdan dibînin û vê yekê ji xwe re wek armancek sereke dizanin.
Vîzyona serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di nav temamê cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn wek ekol û gavek nûjen û cuda, pesinbuha tê binav kirin. Her wiha seokê PDKê birêz Mesûd Barzanî bûye Qibla temamê Kurd û neyarê Kurda. Bi taybetî di van rojên go milletê Kurd tê de derbas dibe de, hewceyî bi rêberên go ji teref cîhanê ve hatine pesindar kirin li ser kar bin; wê ev yek di berjewendiya milletê Kurd debe.
Lîteya 110 ango PDK, li ser bîr û bawerîya yekîtî û nêzîkbûna Kurdan hatiye damezrandin. Dijminatîya Kurdan û şerê navxweyî red dike, bi rexneyên xwe balê dikşîne ser xeletî û kêmasîyên heyî û dixwaze di civaka Kurd û di perwerdekirina xort û ciwanên Kurd de xizmeta welatperwerîyê bike. PDK û bi taybetî malbata Barzaniya, hêlîna Kurdperwerîyê, navenda welatperwerîyê ye.
Îro çi li Ewrûpayê, çi li bakur, rojeva, rojhilat û çi jî li Kurdistanê, di warê lê xwedî derketina siyaseteke Kurdistanî de valahîyek mezin heye; pêwistî bi sîyasetmedarên firêze paqij heye. Li gora baweriya min, PDK bi vê lîsteya xwe ya xwedîyê bîr û bawerîyek Kurdewarî û netewperwerî wê karibe vê valahiyê dagire. Di encamê hilbilartina de, ger îradeyek xurt derkeve ji lîsteya 110 re, ez bawerim wê rayedarên Kurdistanê û di serî de serok Barzanî serxwebûna Kurdistanê têxe rojeva cîhanê. Tenê ji bo vê bîr û baweriyê be jî, dive bi xurtî piştgiriya lîsteya 110ê bê kirin. Divê hemwelatiyê Kurdistanê, canfedayî, cefakarî, şoreşgeri û qehremaniya malbata Barzanî bi dengê xweyî go wê bidin lîsteya 110ê bihêz bikin. Divê baş bê zanîn ku, PDK pira navbera destkeftin û xebatên Kurdên başûr bi civaka Kurdên bakur û peçên din yê Kurdistanê ye.
.
Wek tê zanîn, siyaset û rêveberiyek rast û xurt, wê ne tenê li himber dagirkerên Kurdistanê, herwiha wê di qada cîhanê de jî bibe çeka herî mezin di destê Kurdan de. Welatên ku xwediyê dezgehên xurt bin, karin hikim li gellek tiştan bikin û rewşa heyî li gora berjewendiya welatê xwe biguherînin. Ji ber vê, divê hemwelatiyê me yên başûrê Kurdistanê, xwedî li lîsteya ku malbata birûmet, malbata Barzaniya go serpereştiya wê dikin xwedî derkevin, wan destek bikin. Maddî û manewî wan bi tenê nehêlin. Di dawî de dixwazim bêjim ku; ji ber van sedemên jorîn û gellek sedemên din li xêra Kurdên başûr e go yên di avadana Kurdistanê de firêze wan xuyaye bînin ser hikim. Divê bê qeyd û şert dehiber dagirkerên Kurdistanê, wê wezîfa xwe bikar bînin.
Nûrî Çelîk
[email protected]