Civak

Kirgizîstan tevlîhev bû

Kirgizîstan tevlîhev bû. Doh li Kirgizîstanê muxalelefetê dest xwepêşandanan kir. Ev xwepêşandan çikas diçe mezin dibin. Li Paytextê Kirgizîstan Bîşkekê muxalefetê xwestin  xaniyên hukumî  vegirin, ew bû sedam şer. Herweha tê ragihandin ku xwepêşandanan wezîrê navxwe  Moldomusa Kongantiyev, girtine û bi lêdanê ew kuştine.

Li gelek deveran di navbera hêzên hukumetê û muxalefetê de şer berdewam e. Li gora ajansa APF, wezîrê navxwe bi destê xwepêşandanan hatiye kuştin û cîgirê yekem yê serokwezîr jî di destê muxalefetê de girtiye.

Li gora serokê muxalefetê Toktoim Umetalievai, dide xuyakirin heta niha 17 kes di şer de hatine kuştin. Muxalefet dixwazin  serokê dewletê îstifa xwe bide. Lê li himber vê daxwaziyê serokê dewletê Kurmanbek Bakiyev,rewşa awarte ilan kir.

Back to top button