Polîtîk

Generalên Emrîkî Serdana Barzanî Kirin

Îro çarşem 07/04/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li dostê kevinê xwe Generalê malnişînê Emerîkî Jay Garner yekem hakimê medenî yê Iraqê li piştî ruxana rejîma dîktatorî ya li sala 2003 û şanda li gel kir ku ji Wezîrê berê yê Derveyê Kanada û hejmarek ji Generalên malnişînê Emerîkî pêkhatibûn.

 

Li hevdîtinê de, rewşa Kurdistanê û çawayiya pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kanada û her wiha pêvajoya Iraqê ya piştî hilbijartinê hate nîqaş kirin.

Back to top button