Polîtîk

Barzanî û Bolanî encamên hilbijartinê nirxandin

 

Îro çarşem 07/04/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Cewad Bolanî Wezîrê Navxoya Iraqa Federal kir.

 

Li hevdîtinê de ku birêz Kerîm Şingalî Wezîrê Navxoya Herêma Kurdistanê amade bû bîrûra sebaret bi hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê bi awayekî ku hemû pêkhatê serekiyan bi bê cudahî beşdarî li pêkanînê da bikin hate nirxandin.

 

Her wiha rewşa ewlehiya Iraqê û zîncîre teqînên dawî ya Bexda û çawayiya rû bi rûbûna teror û ew astengiyên li ber proseya siyasî de dirûst dikin û çawayiya parastina ezmûna demokrasiya li welat da mijareke dinê vê hevdîtinê bûn ku hate guftûgo kirin.

 

Back to top button