Polîtîk

Lieberman: Bila Erdogan pirsa kurd çareser bike..

 

Wek tê zanîn gelek caran Erdogan dijê hukumeta Israîl û kiryarên wan li gel Filistiyan rexne dike. Erdogan dawiyê jî di gotarek ya xwe de da kifşkirin ku, Israîl Kudusê wek peytextê xwe bibîne ev dînitiye.

Li ser van daxuyaniyên serokwezirê Tirkiye, wezîrê derve yê Israîl  Avigdor Lieberman.hevpeyvina xwe li gel radyoyekî israilî de di vê derbarê de hinek agahdarî dan û helwesta Israil da kifşkirin. Bakanı Avigdor Lieberman di gorara xwe de got: “  Êrîşên serokwezîrê Tirkiye li dijê Israîl, ne îro destpêkir. Em dizanin Erdogan li Davos helwestek nexweş li himber serokkomarê me Peres da nîşandan û di rêzefilmekî ya Tirkan de, dihat nîşankirin ku, çewe leşkerên Israîlî zarokên Filistiniyan dikujin. Em naxwazin tu nexweşîyan di pêwendiyên xwe û Tirkiye de çêbikin. Lê divê em bêjin Erdogan, eger tu bixwazî di alema îslamî de cihekî û navekî ji bo xwe çêbikî vê li ser Israîlê re neke.“

Herweha Avigdor Lieberman, berdewambûna axaftina xwe de got: “ Van rojên dawî li pakistan û Irakê sedan misilman hatin kuştin lê tu dengê Erdogan derneket. Şûna akil bidê me bila pirsgêrêka xwe li gel kurdan çareser bike.“

Back to top button