Kilîpa şêx Ebdulselamê Barzanî
Kilîpa şêx Ebdulselamê Barzanî derket
Klîp behsa xebat, tekoşîn û berxwedana şêx Ebdulselamê Barzanî dike
Peyv: Edbîb Çelkî
Stirandin: Rêkêş Seyranî
Derhîner: Nino Beganovic û Hejar Duhokî
Dîmenên clipê: Kurdistan, Turkiya, Gurcistan û Swed
Xwdiyê projeyê: Edbîb Çelkî
Teksta helbestê:
Mewlayê min, semyanê min
Rêberê min rêzanê min
Şêx Ebdulselam şêxê min
Te qurban ruh û canê min
Li Barzan defên zahidan
Coş xurûşa mirîdan
Nora ezel geşbû li şêx
Cezbên dêwane û mirşidan
***
Hemberî zorya zordaran
Şêx bû yawerê hejaran
Temen kêmê berhem gelek
Ew peyrewê pêxemberan
*** ================
Hatin şêrwanî û mizorî
Gerdî û herkî dolemerî
Fedrasyona Barzan çêkir
Digel berojî û nizarî
***
Ew fedrasyona eşîran
Bingehê wê tekya Barzan
Şêxî kir hêzeka zindî
Bo hemû şoreşên kurdan
*** ================
Civak rêxist, jîngeh parast
Li her gundî çêkir civat
Ol û mezheb bêy cudahî
Tirazî kir doza welat
***
Bi rê û meşqan hemwarkirin
Bi hizra (Xanî) karkirin
Şêxî ji bo doza welat
Mirîdên xwe çekdarkirin
*** ================
Li Duhok xaka Behdînan
Şêx kombû digel eşîran
Rêberê hizra netewî
Bingehên xoseryê danan
***
Ji bûna pênasa kurdan
Daxwaznamek daye sultan
Lê Stanbulê wekî (îsyan)
Daxwaza şêxî li qelemdan
***
====================
Ji Qocanis, li Hekarî
Çû Nehrî û Rosya tezarî
Li Teflîsa Gurcistanê
Bo welat xwezt alîkarî
***
Bilindbû dengê deholê
Rom kefte kar û pêkolê
Hatin Barzan dagîrkirin
Ordî hatin ji Stanbulê
***
====================
Bigrin berden werne rêzê
Nabin maf nabin bêy hêzê
Ji çeqmaqa tivenga şêx
Bilind geşbû gurrya têzê
***
Sufî û zahid û mirîdan
Qolên dêwane û egîdan
Li serê (Bazê) û (Şirîn)î
Tomarkir meztirîn dastan
***
====================
Xudênasî, çakî û viyan
Bi azadî pêkvejiyan
Peyama şêxî belavbû
Dadperwerî ji bo hemyan
***
Lê mixabin destên gemar
Destên kurdên xiyanetkar
Şêx û çend mirîd di xew da
Girtin dane destê neyar
***
====================
Wêran wêran, dunya wêran
Deshelata alîosman
Li Mosilê şehîdkirin
Çend mirîd û şêxê kurdan
====================
Piştî hat û kir xizmet
Bilindkir ala terîqet
Xudanê Barzan hekîm bû
Jêk vavartin ol û dewlet
***
Li ser wê rêbaza ciwan
Rêberên me hajot karwan
Meşa dewletbûnê vegirt
Li her çar alya Kurdistan