Îro Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li gel Cîgirê Serokê Civata Nuneran û Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Nunerên Kurd li Civata Nuneran û Wezîrên Kurd di Civata Wezîrên Iraqê de û Serokê Fraksiyonên Parlemena Kurdistanê û hejmarek Wezîrên Hikumeta Herêmê civiya.

Di vê civînê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de behsa kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê kir û da zanîn ku wan ji Bexda re gotinê ku ez zimanê tehdîdê qebul nakin û dixwazin bi rêya diyalogê wan kêşeyan çareser bikin. 

Her wiha Barzanî zanyariyên nû pêşkêşî nûnerên Kurd li Bexda kir û di derbarê danustandina li gel Bexda de agahî pêşkêşî nûneran kir.

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: