Cîhan

Careke din daxwaz ji Malikî kir digel Hewlêrê li hev bikin

Careke din îdareya Koşka Spî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku, digel herêma Kurdistanî li hev bikin û pirsa hinartina nefta Kurdistanê bo derve çareser bikin .

Li gor wezareta derve a Amerîkayê, Joe Biden cîgirê serokkomarê Amerîkayê digel Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bi telefonê rewşa Îraqê a siyasî û amnî gotûbêj kiriye û daxwaz ji serokwezîrê Îraqê kiriye ku, digel herêma Kurdistanê bigihin lihevhatineke hevbeş  û daxwaz ji Malikî kiriye ku, pirsa hinartina nefta herêma Kudistanê bo deve çareser bikin.

Cîgirê serokkomarê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe bo hikûmeta Îraqê li şerê li dijî rêxistina Qayde nîşan da ye.

Back to top button