Çandar: Perînçek fermanberê girêbestê JITEM e

Nivîskar Cengîz Çandar li pirtûka Erkam Tufan Aytav ya bi navê Aydinliktan Kaçanlar de bîranîneke xwe de eşkere kiriye ku Dogu Perînçekê rêheval û dostê nêzîkê Abdullah Ocalan fermanberê girêbestê JITEM a Tirkî ye.

Çandar li vê kitêbê de eşkere kiriye ku li sala 2004 an de hevpeyvînek li gel Abdulkadir Aksu Serokê Beşa Îstîxbaratiya Emniyetê encam daye û li wê hevpeyvînê de Çandar di derbarê Dogu Perînçek de pirsiyarek ji Aksu kiriye û Aksu jî jêre gotiye ku Perînçek Fermanberê me yê Girêbestê. Çandar dibêje min bawer nekir û careke din jê pirsî we got çi, ji kerema xwe hun dikarin dubare bikin. Aksu dîsa gotiye Dogu Perînçek fermanbereke girêbeste li JITEM ê de.

Hêjayî gotinêye ku Dogu Perînçek jî yek ji nêzîktirîn kesê Abdullah Ocalan bû û li wargeha Bekaa yê jî çendîn caran serdana Ocalan kiriye û Ocalan bi xwe jî gelek bi başî behsa hevaltiya xwe ya li gel Perînçek eşkere kiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: