Barzanî dibe Serokê Kongreya Neteweyê Kurd
Li gor nûçeyeke rojnameya Hewal Press Abdullah Ocalan li nameya xwe de ji Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê xwestiye ku ew bibe Serokê Kongreya Neteweyiya Kurd.
Rojnameya Hewal Press nivîsiye, li gor wan zanyariyên ketine destê Hewal Press Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye destnîşan kirin ku Serokayetiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bike.
Li gor zanyariyan li wê nameya ku Leyla Zana ji Abdulah Ocalan Serokê PKK re biriye ji bilî hal pirsînê xalekî taybet babeta Kongreya Neteweyî ya Kurd bûye û Ocalan piştgiriya ewe jî kiriye Mesûd Barzanî Serokayetiya Kongreya Neteweyî ya Kurd bike.
Her wiha rojname dibêje: zanyarî ewe eşkere dikin ku li paşarojeke nêzîk da Kongreya Neteweyî dest bi karên xwe bike û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî bi Serokê Kongreyê bê hilbijartin.