Polîtîk

Herêma Kurdistanê qada veberhênana paşarojê ye

Jura Bazirganî û Pîşesaziya Dubai raporeke taybet di derbarê Herêma Kurdistanê de belav kiriye û têda balkişandiye li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê dibe qada veberhênana paşarojê.

Li gor rapora Jura Bazirganî û Pîşesaziya Dubai, ku bi hevkariya kovara Ekonomîsta Aborî hatiye amadekirin, Herêma Kurdistanê bûye qada veberhênanê ji bo kompanyayên Îmaratî, bi taybetî di kertê Petrol, gaz, xanî, geştûguzariyê de. 

Her wiha li vê raporê de ronahî xistine li ser, şiyan û derfetên veberhênana hevbeş ya di navbera Dubaî û Kurdistanê de û dibêje: Herêma Kurdistanê dê bibe bingeha bazirganî û aboriya veberhênana Îmaratê.

Di berdewamiyê de dibêje: Hikumeta Herêma Kurdistanê kar dike, ji bo handana veberhênana biyanî, ew jî bi piştevanîkirineke bi hêza geşkirina veberhênana hikumî ye, di warê petrol û gazê de. 

Rapora Jura Bazirganî û Pîşesaziya Îmaratê de behsa xalên bi hêzên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, ewlekarî û cîgîriya Herêmê û geşkirina bingeh û xizmetguzariya lojîstîkî û peywendiyên bazirganiyên bi hêz li gel Tirkiye û piştevaniya hikumetê ya ji bo veberhênana biyanî, Kurdistanê kiriye baştirîn dergehê cîhgîrê bazarên Iraqê.

Back to top button