Polîtîk

Wezareta Bergirê ji bo firoştina çekan bi Iraqê Kongresê agahdar dike

Wezareta Bergirî ya Amerîka eşkerekir ku ji bo firoştina Helikopterên cengî ya cûreya Apaçî bi Iraqê kongresa welatê xwe agahdar dike. 

Li gor daxuyaniyeke Ajansa Çavdêriya Firoştina Çek bi Biyaniyan li Wezareta Bergiriya Amerîka ji bo destpêkirina firoştina Helîkopterên cûreya Apaçî bi Iraqê, kongreyê Amerika hatiye agahdar kirin. 

Daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Ajansa Çavdêriya Firoştina Çek bi Biyaniyan, Iraq şeş helikopteran xwestiye nirxê hemûyan 8.4 milyar dolare. Her li çarçêweya vê projeyê da çarsed û heştih mûşekên cûreya Helfaire ji aliyê Amerîka ve radestî Iraqê tê kirin. 

Back to top button