Polîtîk

Barzanî û Obama civînek li dar dixin

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtin û civînên xwe yên li Ewrupa û Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos ku li gel çendîn berpirsên bilindên welatan civînan pêkanîbû û li Parlementoya Yekîtiya Ewrupa gotarek pêşkêş kiribû, dê serdana Amerika bike û li gel Barack Obama Serokê Amerikayê hevdîtinek pêkbîne.

Serokê Kurdistanê roja înê dê li Washingtona paytexta Wîlayetên Yekgirtiyê Amerikayê li gel Barack Obama hevdîtinek pêkbîne û di vê hevdîtinê de dê mijarên peywendiyên Bexda û Hewlêr û rewşa dawî ya Suriyê binirxînin.

Back to top button