Polîtîk

Kurdistan heta sala 2020 dibe dewlet

Abdulselam Abdulmecîd pîsporê li warê neft: Herêma Kurdistanê li demeke nêzîk da li borseyên cîhanê da dibê xwedî biryar û heta 2020 jî dibê dewlet.

Abdulselam Abdulmecîd Şakir, Mamostayê beşa Cografya li Koleja Edebiyat ya Zanîngeha Selaheddînê ku pîsporê taybet li warê cografya aborî û pîşesazî, nameya master li ser nefta Iraqê heye û çalakvane li warê siyaseta navdewletî bi giştî Rojhilata Navîn bi taybetî, li hevpeyvîneke taybetî da li gel rojnama Zarî Kirmancî behsa pêvajoya Herêma Kurdistanê kiriye û li proseya veberhênan û şandina nefta Kurdistanê ya derve bi hengavekî mezin dinirxîne.

Di derbarê boriya nefta Herêma Kurdistanê ya Tirkiye û bazarên cîhanê de dibêje: “Ew hêl dibê serekîtirîn bingeha şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bazarên cîhanê û rolekî serekî dibîne li zêdetir rakêşana veberhênanê li kerta neft da”.

Her wiha Abdulmecîd dibêje: Herêma Kurdistanê li demeke nêzîk da li borseyên cîhanê da dibê xwedî biryar û heta 2020 jî dibê dewlet.

Back to top button