
Serokê Dadgeha Destûrî ya bilind Haşim Kilinç, bi minasebeta vekirina sala nû ya xwendina zanîngeha Anadolêyê amade bû. Kilinç di rewresma vekirina sala nû ya xwendina zanîngehê de Axvtinek kir.
Haşim Kilinç di axavtina xwe de behsa rewşa hukukî ya Tirkiye kir û hinek gotinên balkêş kirin.
Haşim Kilinç di axavtina xwe de got: Vî welatî ji bo heyîna dewleta kûr gelek tangasî û zehmetiyên mezin dîtin. Lê tu cara kesekî tengasî, ji demokrasiya kûr, ji azadiya kûr û dewleta hukukê nedîtiye. Îro civat daxwaziya zehftir demokrasiyê, azadiyê û hukukê dike. Ew kesên bersiva van daxwaziyên civatê nedin dê winda bibin.
Serokê Dadgeha Bilind got: Ji bo pêşdebirina demokrasiyê û hukukê tiştên îro têne kirin raste. Ez bawerim dive herkes pişgiriya vê prosesê bike. Wek dadgeha bilind, emê di vê derbarê de xebata xwe berdewam bikin.