Polîtîk

Berwarî siyaseta hukumetê rexne dike

 

Taha Berwarî serketina 5 Kurdên ji 4 lîsteyên cuda yên Swêdî di hilbijartinên wî welatî de giring dibîne û dibêje ku ev nîşana li Swêdê çalak e, lê “giringe bê zanîn ku Kurdên ku pişta xwe bi hêz û îmkanên xwe yên taybetî, yan bi revenda Kurd girêdane, hinek ji wan weke endamên yedek derketin û hinek jî sernekeftin.” Ev jî bi baweriya Berwarî wateya wê yekê ye ku hîn jî revenda Kurd li Swêdê ji aliyê organîzekirinê ve pêwîstî bi karekî zêdetir heye.

2 Kurdên din jî dikarîbûn bibin endamên Parlamena Swêdê

Berwarî di wê baweriyê de ye ku eger rêxistinên fermî yên Kurdan li derve xwedî naverokeke bihêz û organîze bûna, dibû ku li Swêdê kar baştir birêve çûba û bi kêmanî 2 Kurdên din jî ketibûna parlamena wî welatî. Berwarî behsa wê yekê jî dike ku ev bêtirî salekê ye nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê li Bakûrê Ewrûpa tune, ji ber ku ”nûnertiya Swêd bûye beşa YNK’ê û wan hîn jî kesek destnîşan nekirine.”

Nûnerê berê yê hikûmetê bi ezmûna karkirina xwe ya li derve gihaye wê baweriyê ku xelkê Kurd li derve hurmeteke taybetî ji Hikûmeta Kurdistanê re heye, loma hikûmet dikare roleke mezin di organîzekirina wan de bilîze: “bo mînak civata Cuhûyan li gelek welatan heye û revenda wan girêdayî biryarên wê civatê ye. Baş dibe ku Kurd jî tiştekî wiha bikin ji bo ku di hilbijartinan de dengên wan belav nebin.” Berwarî giliya wê yekê ji Hikûmeta Kurdistanê dike ku heta niha siyaseteke wê ya diyarkirî ji bo diasporayê tune.

Li gor Berwarî sedema nerêkûpêkî ya saziyên hikûmetê li derve rewşa siyasî li Kurdistanê bi xwe ye. Ew herwiha dibêje ku ew yek ji wan kesan bû ku dema li derve û dema wezîr jî bû, gelek rexne li serokatiya Kurdistanê kiriye, li ser wê yekê ku pêwîst e di navbera Kurdistaniyên derve û navxweya Kurdistanê peywendiyeke bihêztir hebe. Berwarî mînakeke din jî tîne: “Di butçeya Kurdistanê ya îsal de nêzîkî 200 milyon Dolar ji bo şandina xwendekaran ji bo zanîngehên derveyî welat hatine terxankirin. Niha nifşekî me yê rûniştvanên derve heye ku li derve pêgehiştine û dikarin biçin Kurdistanê û sûd ji wan bê ergirtin.

Pêwîste mekanîzmek hebe ji bo giringîdayîna bi wan, li şûna ku kesên biyanî ji welatên din tînin, ku ne zimanê me dizanin û ne îmkanên wan ên zanistî ji yên me zêdetir in.” Navborî berdewam dike û dibêje ”tenê li Swêd bêtirî 300 pizîşk û pisporên Kurd hene ku kar dikin. Madem wiha ye, çima nexweşên Kurdistanê biçin Urdin, Tirkiye, Sûriye û Îranê û pareyên zêde mezin lê xeric bikin. Çima pizîşkên me neçin çareseriya wan bikin? Wê demê ew nexweş wê li nav Kurdistanê bên tedawîkirin û ji aliyê maddî, emnî û gelek aliyên din jî sûda wan hebe.”

Kurdên ku ji derve vedigerin karekî dirust digel wan nayê kirin

Bi baweriya Berwarî di nav Kurdistaniyên derve de îmkan û enerjiyeke gelek mezin heye, lê bi şêweyeke bêserûber sûd jê hatiye wergirtin: “Kesên diçin Kurdistanê jî bi awayekî gelek nedirust kar digel wan tê kirin, ez yekim ji wan kesên ku min bi çavê xwe dîtiye çawa kar digel Kurdên vedigerin tê kirin.” Berwarî vê yekê weke pirsgirêkeke gelek mezin binav dike ku ”dema çavkaniyeke gelek mezin li ber destê te hebe û tu hewl nedî wê ji bo xizmeta welatê xwe de bikarbînî.” Berwarî di dawiya hevdîtina xwe ligel Rûdawê de aşkere kir ”Min di wê demê de gelek fikrên ji vê cûrê pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê kirin, lê ji bo cîbicîkirinê wan hikûmet ne xwedî siyaseteke lêkolînkirî û çalak e.”

(Rûdaw)

Back to top button