Civak
Berfa ewil li serê çiyayê Agirî
Li navçeya Agirî Bazîdê piştî sermahiya hewayê li serê çiyayê Agirî berfa ewil bariya.
Çiyayê Agirî berfa xwe ya yekem dît.Xelkê Bazîdê ji ber sermahiya hewayê cilûbergên zivistanî ji dolabên xwe derxistin.
Li gorî xelkê Bazîdê îsal zivistan hinekî dijwar derbas bibe. Û ji ber vê yekê jî daxwaz ji berpirsyaran dikin ku ji bo binesaziya gazê bixebitin . Lê heta niha Şaredar , Parêzer û qeymekamên navend û navçeyên Agirî gavekî berbiçav neavêtine.