Cîhan

Rasmussen îro diçe Enqereyê

Sekreterî Gişti yê NATO Anders Fogh Rasmuusen îro diçe Enqereyê. Di rojevê de mijarê herî girîng Afganîstane. Di vê navberê de Tirkiye , Fermandariya Herêma Qabîl jî pejirand û artêşa tirk salekî dî jî li Afganîstanê bimîne

Berpirsyarên ISAF daxuya kirin ku hemî amadekariyê hat temamkirin. Ji bo Fermandariya Herêmê Qabîl jî li benda fermanderêkî nûne. Fermandarê berê Levent Çolak bû.

Hate îdiakirin ku digel serlêdana Rasmussenê ji bo NATOyê Belgeya Stratejîk a Nû jî bihête gengeşîkirin.

Rasmussen li Enqereyê digel Wezîrê Karên Derveyê Tirkiyeyê Ahmet Davutogluyê re bêne cem hev. Û digel Serokwezîr û Serokkomarê Tirkiye R.Tayyîp Erdogan û Abdullah Gul re jî bêne cem hev.

Çavkaniyên Dîplomatîk da zanîn ku serlêdana Rasmussen ji bo  meha Îlonê  hatîbû plankirin lê ji ber civîna Heyeta Giştî ya NY ( Neteweyên Yekbûyî ) hate meha Kewçêrê.

Rasmussen herî dawiyê piştî hilbijartina heyeta giştiyê NY hatîbû Enqere û peyamdayîna ji bo kesên Misilmana li Enqere beşdarê fitara AKPê  bûbû .

Back to top button