Nivîsar

Kîjan Erdogan rast diaxêve.?

Dema teşî paşve dirêse  hiriya hatî rêstin cardin ji hev diçe, tiştek di encam de dernakeve holê. Niha jî dema mirov daxûyaniyên serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan dibîne gelek gotinên ku  doh wî bi xwe gotîn bi awayek tund paşve dirêse û hêzra  civata Tirk yên nijadperestî diferikîne.

Bê guman di vê siyaseta AK Partiyê û Erdogan de bandora hevalbendiya MHPê heye. Lê ne raste mirov her kiryara  AK Partiyê yan jî gotara Erdogan ya hestên nijadperestên Tirk bilind bike bi hevalbendiya Bahçelî ve girê bide.

Dema AK Partî li Tirkiye bûyî desthilat taybetî Erdogan di derbarê kurdan de û Kurdistanê de gotarên erênî bi kar dianiya. Taybetî sala 2005ê li Diyarbekir axavtinek ya xwe de bangî kurda kir û baweriyek çêbû ku dê erdogan bi erênî nezikî pirsa kurd bibe.

Lê Erdoganê û serokwezîr û yê serokkomar , Erdoganê sala 2005ê û Erdoganê îro gelekî ji hev dûrin. Wek du kesayetên cuda , wek du siyasetên dijber dixweyê. Hêdî tu ferq navbera Erdogan û serokên partiyên din de di derbarê pirsa kurd de namaye. Heta erdogan di hinek gotarên xwe inkara xwe jî dike.

Ji berî du rojan di çerçova çalakiyên propaganda hilbijartinan de Erdogan behsa Kurdistanê kir. Erdogan dibêje: Ma gelo herêmek ku navê wê Kurdistan be heye?

Nabê li ser vê yekê tu nirxandin bêne kirin. Kurdistan ne bi Erdogan heye û ne jî bi gotara wî tune dibe. Gelek kes heta hinek ku bi navê kurda siyasetê dikin ji bo navê Kurdistanê ji holê rakin her gavê tavêjin. Ji xwe di vê xalê de ew û AK Partî digihin hev.

Lê Erdogan demekî de di parlementoyê de axavtinek kir, ewkesên ji bo karanina Kurdistanê rexne dikiran bersiva wan dida. Sal 2013 di parlementoyö de Erdogan digot: Eger hun li protokolên parlementoyê yê kevin binêrin hunê gotin Kurdistanê bibînin. Di dema Osmaniya de jî Kurdistan hebû.

Sal 2019 di propaganda hilbijartinan de, Erdogan  dibêje ; ma gelo cihek heye ku navê wê Kurdistan be?

Gerek vê pirsê Erdogan ji xwe bipirse û ew bi xwe bersiva xwe bide. Kurdistan yan jî behskirina kurda di dema hilbijartina de tê rojevê û hemû partî HDP jî di nav de tenê bi zanebûn ji bo çend denga zêde bikin têxin rojevê û li ser vê yekê polemika dikin.

Di rastiya xwe de ji serî heta binî partiyên Tirkiye cardin HDP jî di nav de ji bo Kurdistanê heman tiştê diparêzin…

Gelo niha mirov ji kîjan Erdoganî bawer bike?

26.2.2019

Nûçe /Analiz

Back to top button