Civak

Jenan Moussa Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirt

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirt.

Jenan Moussa, rojnamevaneke naskirî û wêrek ya Rojhilata Navîn û Cîhanê ye û niha peyamnêra Al Aan TV ye. Jenan xelka Lubnanê ye. Sala 1984ê li Siûdiyê ji dayîk bûye. Rojnamevanî di warê radio û televizyonê de li Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê xwendiye û Edebiyata Ingilîzî jî li Zanîngeha Lubnanê qedandiye.

Di çend salên derbasbûyî yên pîşeya rojnamevanî de, Jenan li çendîn cihan karên wêrek û bê wêne kirine û vêna jî gelekî navdar bûye. Wê di karê rojnamevanî de çendîn bûyerên girîng şopandine, wek guherînên li cîhana Erebî, şopandina xwepêşandanên Misrê û şerên Sûriye û Lîbyayê. Şerê 2006ê yê navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê şopandiye.

Herwiha di şerê Helebê de çend caran jiyana wê ketiye metirsiyê. Di şopandina şerê Lîbyayê de gav bi gav beşdar bû, yekem peyamnêr bû ku dîmenê sipardina axê ya Muammer Qedafî belav kirin.

Yek ji karên wê yên diyar şopandina operasyona Fransayê bû li dijî rêxistina Qaîde li Malî, herwiha derbarê jiyana li kampên penaberên Somalî yên Kenyayê de rapor amade kirine.

Derheqê cihê mana Usama Bin Ladîn li Pakîstanê, reva Misilmanên Miyanmarê bû Bangledeşê de û dîmenên kevirbarankirina jineke Pakîstanî ji aliyê Talîban ve heta mirinê, raporên balkêş amade kirine.

Jenan Moussa sala 2008ê Xelata Rojnamevanî ya Cubran Tiwênî bidest xistiye.

Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, Komîteya Dadwerî ya Xelata Şîfa Gerdî, ji nav çend berbijêran Jenan Moussa hilbijart ku Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya sala 2019ê werbigire.

Jenan Moussa: Şîfa hertim zindî dimîne

Rojnamevana naskirî ya Rojhilata Navîn û Cîhanê peyamnêra Al Aan TVyê Jenan Moussa gotarek pêşkeş kir.

Naveroka gotara Jenan Moussa bi vî awayî ye:

Silav li we hemûyan..

Xwezî min karibûya ez vê gotinê bi zimanê Kurdî pêşkêş bikim. Lê mixabin ez nizanim bi wî zimanî biaxivim. Rê bidin ez vê gotinê bi Ingilîzî bêjim.

Berî du salan Şîfa Gerdî jiyana xwe ji dest da. Şîfa bi sedema teqînekê hat kuştin. Ev jî di dema encamdana karê xwe ku pêk dihat ji dayîna zanyariyan bo cîhanê derbarê şerê dijî DAIŞê li derdora Mûsilê.

Bêguman Şîfa wêrek bû. Wê karîbû li mala xwe rûnişta. Wê karîbû li studyoyê bimaya. Ti kesî ew bi encamdana wî karê metirsîdar neçar nekir. Lê Şîfa ew kar kir. Wê li eniyên şer rapor amade dikirin û canê xwe gorî kir.

Hêsan e tu bibî rojnamevaneke di studyoyê de, hêsan e tu bibî rojnamevanekî ku hevpeyvînan bi stêrkên sînemayê re encam bidî. Herwiha hêsan e tu nûçeyên modelên dawî yên cilûbergan veguhêzî. Lê qet ne hêsan e tu bibî rojnamevaneke li eniyên şer. Ne hêsan e tu bi mirin û metirsiyan re tevbigerî. Tu xwe ji bombe û guleyan veşêrî. Di nav guleyan de xwe xilas bikî. Bi taybetî di şerê dijî DAIŞê de, ku hertim tirseke te heye ku tu ji aliyê wê grûpê ve bê revandin û hertim di mejiyê te de ew yek bigere ku pêkan e îro roja te ya dawî be, demjimêra dawî yan deqeya dawî be.

Şîfa ji wê tirsê ne xerîb bû. Ez jî wê tirsê nas dikim. Hemû rojnamevanên hêlên pêşî yên şerê dijî DAIŞê wê tirsê nas dikin.

Şîfa di roja 23ê Sibata sala 2017an de twîta xwe ya dawî avêt. Ev berî du salan bû. Sê twîtên wê yên dawî derbarê kîvroşkeke birîndar bûn ku li derdora Mûsilê rizgar kiribû.

Piştî vê bi sê rojan, hesabê wê yê twitterê bêdeng bû. Şîfa jiyana xwe ji dest da.

Lê Şîfa hertim zindî dimîne. Ew hertim ji bo malbata xwe, ji bo hevrêyên xwe û gelê Kurd ku bi roleke mezin di têkbirina DAIŞê de rabû, zindî ye.

Herwiha ez jî, hêvîdar im bi vê xelatê û bi rêya kar û nûçe û raporên xwe navê Şîfayê herdem li cîhanê zindî bimîne.Spas.

Tika ye rê bidin ez tiştekî din bêjim. Bi vê xelatê re 15 hezar dolar jî hene. Plana min bexşîna van hemû pereyan e. Ez ê dema xwe terxan bikim ji bo dîtina malbat, mirov û qurbaniyên DAIŞê û saziyên xêrxwazî ku sûdê ji wan pereyan dibînin. Ez ê bi rêya tora civakî  hesabê xwe yê twitterê, ji we hemûyan re bêjim ez ê wan pereyan bidim kê.

Hollande: Pêwîst bû ku em biryareke navdewletî ji bo piştevaniya Kurdistana Iraqê bidin

Serokê berê yê Fransayê François Hollande di Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî de ragihand: “Em spasiya rola Serok Barzanî û rola Pêşmerge dikin, ku di rûbirûbûna DAIŞê de roleke gelek giran lîstin.”

François Hollande behsa serdana xwe ya berê ya bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Dema DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bû, ez li Hewlêrê bûm. Gelek pêwîst bû ku em biryareke navdewletî bidin ji bo piştevaniya Iraq û Kurdistana Iraqê. Di sala 2014an de weke Fransa, me hemû piştevaniya xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da, daku bersiveke bilez hebe li êrişên DAIŞê. Careke din di destpêka sala 2017an de vegeriyam Hewlêrê, dema ku Pêşmerge karî DAIŞê dûr bixe, rewş gelek xirab bû. Em li gel Birêz Serok Barzanî çûn eniyên şer û çend kîlometre dûr, me Mûsil temaşe kir û me dîmenên bombebarankirina wî bajarî dîtin.”

Hollande biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê weke biryareke “bilez” bi nav kir û got: “Bandora wê ya xirab dê çêbibe. Ez dibêjim ev biryara Trump xeletiyeke gelek mezin e.”

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Serokê berê yê Fransayê François Hollande diyar kir: “Ez ji wê milmilaneya ku niha li Sûriyê heye, nîgeran im. Tirkiye li ser Kurdên Sûriyê, bûye gef. Di her pevçûneke navbera wan de, dibe ku DAIŞ vê xeletiyê weke derfet bi kar bîne, daku karên xwekujî û teqînan encam bide.

Adrian Wells: Şîfa hilgira karê profesyonel ê Rûdawê û pîşeya xwe bû

Rêveberê Komeleya Ewropî ya Pevguherîna Nûçe û Zanyariyan (ENEX) û rêveberê berê yê nûçeyên Sky News a Brîtanî û pisporê stratejiya medyayê, Adrian Wells gotarek pêşkeş kir.

Naveroka gotara Adrian Wells bi vî awayî ye:

Rûmeteke rasteqîn e ku em bi dû serokê berê de herin ku di dema  serokatiya wî de, navçeya Rojhilata Navîn di yek ji aloztirîn û  xirabtirîn qonaxên xwe yên dîrokî de derbas bû. Ew ku çend demjimêran  bi serkirdeyên din ên cîhanê re rûbirûyî çend biryarên dijwar hatin di  dema qeyranên Iraq û Sûriyê de.

Ji bo me wek rojnamevan, ew biryarên ku divê em bi giştî bidin hê jî  ji biryarên serokan biçûktir in. Lê tevî vê yekê jî, biryarên girîng  in. Wek gelo em kîjan nûçeyê rûmal bikin? Em çawa rûmal bikin û hinek  caran jî ew biryarên tijî metirsî yên tîmên li meydana bûyeran û  biryara rêveberên odên nûçeyan ku li rawestgeha sereke didin, derbarê  awayê piştgirîkirina rojnamevanên xwe yên di nav dilê rûmalan de.

Derbarê rojnamevanên navdewletî, rûmalkirina şer û hevrikiyan li vê  navçeyê, pir caran biryareke kesîtî ye û biryar di destê wan de ye  derbarê rûmal nekirin an jî rûmalkirina nûçeyeke din.

Bêguman, hinek nûçe hene ku metirsiya wan kêmtir e û dikarin wan rûmal  bikin jî. Lê ji bo Şîfayê, wek ku me bihîst, ne şerekî dûr bû lê belê  li ber deriyê mala wê bû.

Ev bêguman navtêdan û handanek bû ku Şîfa terka aramî û rehetiya  studyoya kanala xwe bike û rastiya rewa li meydanê bibîne. Şîfa  malwêraniyên mirovî yên bi hezaran kesan û qehremaniya Pêşmergeyan  wêne kir, di şerê dijî DAIŞê û qewitandina wan ji cih û navendên wan de.

Bi piranî, dema ku pirs ji rojnamevanan tê kirin derbarê rola wan di  guhastina nûçeyên qeyranan de, dibe ku girîngiya dîtina bûyeran ji te  re bê gotin da ku cîhan bê agahdarkirin û dibe ku bê handan ku  karvedana wê hebe.
Di van şer û pevçûnan de, hinek rûmalên rasteqîn pir balkêş bûn. Di  nav wan de Tora Medyayî ya Rûdawê heye, bi peymanêrên xwe yên jêhatî,  kameravan û endezyarên satelît û rêveberên xwe daku piştrast bibin ku  cîhana derve di dema xwe de şahida bûyerên navçeyê be.

Bêguman Şîfa wek rojnamevanekê hilgira karê profesyonel yê Rûdawê û  pîşeya xwe bû.
Lewma di nirxandina vê xelata bi navê wê de, em li pey bilind  nirxandina çend mijarên girîng bûn, wek wêrekî di guhastina nûçeyan de  û şahidiya li ser bûyeran, dilgermî û jêhatîbûn di gihandina nûçeyan  de û wan taybetmendiyên ku rojnamevanên jin ên hêla pêşî ya eniyên şer  hilgirtine.

Baş e, wergira vê xelatê, mîna Şîfa, hilgira wan hemû taybetmendiyan  e. Rûmalên wê xanimê, ew ber bi navçeya Rojhilata Navîn ve bir, ji  Bengaziya Lîbyayê dema ku hêzên Qedafî vekişiyan û paşê têk çûn, heta  navçeyên jêr kontrola DAIŞê li Iraqê û paşê li Sûriyê jî.

Dema ku hêzên Pêşmerge bi pêş ve çûn, wê li hêla pêşî ya eniyên şerê  Kobanê, Reqa û Helebê rûmal dikir.

Di komîteya me ya dadwerî de, ku hemû dizanin rûmalkirina nûçeyên Iraq  û Sûriyê, çi taybetmendiyeke zêde û taybet ji wan re pêwist e,  şanaziyeke taybet hebû ku dengê jineke ciwan a Ereb, wek yekemîn  wergira vê xelatê hat hilbijartin.

Komîte bi şêweya rastgo ya wergira xelatê sersam bû di gihîştina bi  mijaran û rêbaza wê ya rasteqîne ji bo mijarê û dubare vegera wê ji bo  guhastina wan bûyerên taybet.

Komîteya dadwerî kêfxweş e bi ragihandina Cînan Mûsa ji Tora (El An)  wek yekemîn wergira xelata bîranîna Şîfa Gerdî.

Cenabê François Hollande, kerem ke xelatê pêşkêş bike û em jî bang li  Cînanê dikin da kerem bike û were xelatê werbigire.

Ako Mihemed: Xelata Şîfa Gerdî sembola wêrekiya hemû rojnamevanên şehîd ên şerê DAIŞê ye

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

Ev jî naveroka gotara Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, di merasmî de ye:

Rêzdar Serokê Berê yê Fransayê Serok François Hollande

Mêvanên rêzdar û rojnamevanên hêja

Ez bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê bixêrhatina we dikim ji bo merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî. Em bi hatina we serbilind in.

Amadebûna rêzdar Serok Hollande cihê rêzgirtin û pesndana me ye. Cenabê wî bi biryareke wêrek beşdariya bibandor a Fransayê di hevpeymaniya dijî DAIŞê de ragihand û berevaniya azadiyê kir. Herwiha gelê Kurdistanê wek yekem serok li vir li Kurdistanê ew bi Serok Barzanî re di çepera Pêşmergeyên qehreman dijî DAIŞê de dît. Biryara cenabê we ya beşdarbûna di şerê DAIŞê de hûrbîn û rast bû, wek nîşangirtina hûrbîn û navdar a pîlotên Fransî di şerê DAIŞê de.

Amadebûyên rêzdar…

Heftiyekê piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî, encûmena rêveberên Rûdawê biryar da xelatekê bi navê wê bide destpêkirin bi armanca rêzgirtina rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û guhastina zanyariyan de rastî zehmetiyan tên. Em kêfxweş in ku ev biryar bi amadebûna cenabê we di merasîmeke bi vî rengî de cîbicî dibe. Em dilxweş in ku navê wê rojnamevana leheng dibe xelatek ji bo hevkarên wê li seranserê cîhanê.

Piştevaniya azadiya karê rojnamevanî, beşekî girîng bû ji hêviyên Şîfayê û erkekî Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku piştevaniya karê hevpîşeyên wê li seranserê cîhanê bike.

Biryar wê demê ew bû ku xelateke cîhanî ya salane be û ji bo rojnamevanên hemû cîhanê be, lê merasîma wê li Herêma Kurdistanê be. Bi rastî di vê sedsalê de gelek rojnamevanên cîhanî di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan, ew xelat li Kurdistanê dibe bîranîneke salane jî ji bo kesên ku di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan. Her çiqasî em hêvîdar in şer li navçeya Rojhilata Navîn û temamiya cîhanê bidawî were û xelata sala bê ya Şîfa Gerdî, ji bo karê rojnamevaniya vekolînê (investigation journalism) be, ji bo wan karan be ku li ser parastina jîngeh û paqij hîştina av û hewayê û karên mirovane yên bi vî rengî bin.

Xwîşk û birayên rêzdar, li van skrîn û wêneyan temaşe bikin ku di vê holê de hatine helawîstin. Ew hemû şehîdên hevpîşeyên me ne. Ew ji bo armanceke tenê ji hemû aliyên cîhanê hatibûn ew jî ew bû ku zanyariyên rast ji cihê bûyeran veguhêzin. Ew ji bo guhastina rastiyan çûbûn rûmala şer û cihê tawanên DAIŞê derheqê mirovên sivîl de. Dema ku em li armanca wan difikirin û dema ku em li pênûs û kompûter û kamera û mîkrofonên wan temaşe dikin, em dizanin ji bo guhastina rastiyan hatibûn û ji bo azadî û berevanîkirina profesyonelbûna karkirina xwe jiyana xwe ji dest dan.

Li gor amarên hinek rêxistin û saziyên cîhanî, hejmara rojnamevanên şehîd di şerê DAIŞê de 85 rojnamevan e. Lê li gor amara rêxistinên vê navçeyê hejmar pir zêdetir e. DAIŞ dijminê azadiyê bû, lewra jî pir dijmintiya rojnamevanan dikir, ew dijminatiya xwe jî pir caran bi serjêkirina wan a eşkere nîşanî hemû cîhanê da.

Em dixwazin ev xelat bibe bîranîneke berdewam ji bo wê hejmara zêde ya qurbaniyên wê dema dijwar a karê rojnamevanî, ji ber vê yekê jî em daxwazê ji hemû rêxistinên navdewletî, hevpeymaniya dijî DAIŞê û rêxistinên rojnamevanî yên navçe û cîhanê dikin ku li Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî xwedî derkevin.

Niha du hevkarên Fransî ji kanala France 2 di vê merasîmê de bi me re amade ne. Em di wê baweriyê de ne ku ew jî heman hesta wan wek a me ye ku divê ew qonaxa dijwar li bîra me be û xelata Şîfa Gerdî pêkan e rêyeke baş be ji bo wê bîranîna berdewam, çimkî wan jî di şerê DAIŞê de li Mûsilê peyamnêra kanala xwe Veronique Robert ji dest da. Çend rojnamevan û kesên din di vê merasîmê de bi me re ne, ku hevkar an kesên xwe yên rojnamevan ji dest dane. Pêkan e di salên bê de, em Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bikin derfetek ji bo gotûbêjkirina awayên parastina zêdetir a rojnamevanan di dema şer de. Em amade ne ji bo her karekî hevbeş ê cîhanî bi mebesta ku xelata Şîfa Gerdî bibe piştevana azadî û parastina ewlehiya rojnamevanan li seranserê cîhanê.

Gelî rêzdaran…

Bi rastî şîn û xemgîniya neteweya Kurd û hemû gelê Kurdistanê bi awayekî seranserî ji bo şehîd Şîfa di dema şehîdbûna wê de, ew gihand asta mabûneke hertimî di bîranîna Kurdan û dîroka rojnamevaniya Kurdistanê de. Herwiha li ser asta cîhanê jî her ewqas bes e ku em bînin ziman ku eger tu lêgerîneke navê Şîfa Gerdî bikî tenê bi rênivîs û şêweya navê wê ya Erebî û Îngilîzî, wê bêtirî 270 hezar rûpelên nivîskî bêne ber destên te di internetê de, ji bilî bi hezaran rûpelên din bi zimanên din.

Lê mixabin jidestdan û şehîdbûna rojnamevanan di dema karkirina wan de berdewam e. Herwiha dijayetiya rêxistinên radîkal ên çekdar jî li hemberî rojnamevanan berdewam e. Hemû cîhan çaverê ye DAIŞê li Sûriyê bi dawî were, lê hevkar û kesûkarên kesên ku xizmên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin, çavên wan bêtir li Baxoz û deverên din ên Sûriyê ye ku hê jî DAIŞ li wan heye, em jî wek Tora Medyayî ya Rûdawê bi heman awayî ne, çimkî ji 15.12.2014an ve peyamnêrê me Ferhad Hemo li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin û heta niha em tiştekî li ser çarenivîsa wî hevkarê xwe nizanin.

Amadebûyên rêzdar…

Em pîrozbahiyê li wergira Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya sala 2019an dikin. Wergira xelatê rojnamevaneke qehreman a jin e û karên wê yên berdewam û dilêriya wê ji bo guhastina rastiyan, hêjayî wê yekê ne ku navê rojnamevaneke leheng wek Şîfa bibe xelat û bikeve destên wê de.

Trofya xelata Şîfa, sembola qehremaniya hemû rojnamevanên şehîd ên şerê DAIŞê ye, sembola wan hemû rojnamevanên jêhatî ye ku bi mêrxasî ji bo armancên xwe yên mirovî kar dikin da ku aştî û azadiya me li cîhanê misoger be. Beşdariya we piştevaniya vê xelatê ye. Zor spas ji bo amadebûna we.

Hêmin Lihonî: Şîfa Gerdî weke Pêşmergeyekê li eniyên şer bû

Rêveberê Portala Tora Medyayî ya Rûdawê Hêmin Lihonî di Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî de axivî û li ser Şîfa Gerdî diyar kir: “Ew bi her awayî rojnamevaneke baş bû. Bawer dikir ku li pey rastiyan biçe û ronahiyê li ber wan rastiyan vêxe.” Lihonî herwiha got: “Şîfa Gerdî weke Pêşmergeyekê li eniyên şer bû.”

Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê li Hotel Rotana dest pê kir. Tevî rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, Serokê berê yê Fransayê François Hollande û nûnerên welatên cîhanê yên li Hewlêr û Bexdayê û herwiha gelek rojnamevan beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtina li bîranîna Şîfa Gerdî û rojnamevanên ku di dema karê xwe de jiyana xwe ji dest dane, Rêveberê Portala Rûdawê û Endamê Lijneya Amadekar a Merasîmê Hêmin Lihonî bi zimanên Kurdî, Erebî, Fransî, Îngilîzî û Tirkî bixêrhatinê li mêvanan kir.

Hêmin Lihonî di axaftina xwe de diyar kir: “Du sal berê, hevala me ya rojnamevan Şîfa Gerdî li Mûsilê şehîd bû. Ew bi her awayî rojnamevaneke baş bû. Bawer dikir ku li pey rastiyan biçe û ronahiyê li ber wan rastiyan vêxe. Ji ber vê yekê bernameyeke bi navê Facus Mûsil amade dikir û dîmenên xwe yên ku wergirtine, parve dikirin.”

Lihonî bal kişande ser wê yekê ku rojnamevana zîrek Şîfa Gerdî, li tevahiya Iraqê jî dihate nasîn û got: “Em îro ji bo ku rojnamevanên weke wê li eniyên şer jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin, li vir in. Ew jî weke Pêşmerge li eniyên şer bûn.”

Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dest pê kir.

Şîfa Gerdî, rojnamevana diyar a Rûdawê, di 25ê Sibata 2015an de, dema ku mijûlî karê xwe yê rojnamevanî bû, di encama teqînekê de şehîd bûbû.

Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro li hotel Roatana ya Hewlêrê bi beşdariya serokomarê berê yê Fransayê, François Hollande û gelek berpirsên Heêrma Kurdistanê û Iraqê û hejmareke zêde ya rojnamevanan dest pê kir.

Ji bo beşdarbûna di merasîma dayîna Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî  de, li ser vexwendina Tora Medyayî ya Rûdawê, serokê berê yê Fransayê François Hollande hate Herêma Kurdistanê û beşdarî merasîmê bû û gotarek pêşkêş kir.

Şîfa Gerdî rojnamevaneka diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku di 25ê Sibata 2017an de, dema ku li bajarê Mûsilê mijûlî karê rojnamevanî bû, şehîd bû.

Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê biryar da ku salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bide rojnamevaneke jin.

Şîfa Gerdî pêşkêşkar û bêjera nûçeyan û herwiha Rêvebera Output a Rûdawê bû, ku berî şehdîbûnê bernameya Fokus Mûsil pêşkêş dikir. Nûçeya şehdîbûna Şîfa Gerdî li cîhanê gelek deng veda û bi dehan berpirs û kesayetan li ser asta navdewletî dilgiraniya xwe anîn ziman û peyamên hevxemiyê bo Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata wê şandin.

Ji bo beşdarbûna di merasîma dayîna Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî  de, li ser vexwendina Tora Medyayî ya Rûdawê, serokê berê yê Fransayê François Hollande hate Herêma Kurdistanê û beşdarî merasîmê bû û gotarek pêşkêş kir.

Şîfa Gerdî rojnamevaneka diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku di 25ê Sibata 2017an de, dema ku li bajarê Mûsilê mijûlî karê rojnamevanî bû, şehîd bû.

Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê biryar da ku salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bide rojnamevaneke jin.

Şîfa Gerdî pêşkêşkar û bêjera nûçeyan û herwiha Rêvebera Output a Rûdawê bû, ku berî şehdîbûnê bernameya Fokus Mûsil pêşkêş dikir. Nûçeya şehdîbûna Şîfa Gerdî li cîhanê gelek deng veda û bi dehan berpirs û kesayetan li ser asta navdewletî dilgiraniya xwe anîn ziman û peyamên hevxemiyê bo Tora Medyayî ya Rûdawê û malbata wê şandin.

 

 

Back to top button